Em avakarê aştiyê azad bikin
Duşem 31 Adar 2025 - 03:25
Li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê amadekariyên ji bo pîrozkirina rojbûna 76’emîn a Rêber APO berdewam in. Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê wê bi boneya rojbûna Rêber APO, di navbera 1-4’ê Nîsanê de ji Amedê ber bi Amarayê ve bi dirûşma “Bi civaka demokratîk em ber bi azadiyê ve dimeşin” meşê li dar bixe. Di meşê de wê çalakiyên cuda bên lidarxistin û ciwan wê di 4’ê Nîsanê de jî bi pêşengtiya jinan bimeşin Amarayê. Di pîrozbahiya rojbûna 76'emîn de wê careke din daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO Ocalan bê kirin. Di heman demê de wê balê bikişînin ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber APO.
4’ê Nîsanê Rojbûna herkesê ye
Birayê Rêber APO, Mehmet Ocalan bi boneya 4’ê Nîsanê her kes vexwend Amarayê û got:“Em hemû kesî vedixwînin mala Serok. Werin em bi hev re rojbûnê mîna mihrîcanê pîroz bikin. Ev maf e. Ciwan, jin û her kes divê di 4’ê Nîsanê de bê Amarayê. Serok, ji bo aştiyeke mayinde ya li Rojhilata Navîn gavekî girîng avêt. Rojbûna Serok bi vê boneyê hêj watedar dibe. Di pîrozbahiyên Newrozê yên li her çar aliyên cîhanê de jî diyar bû. Rojbûna Serokatiyê ne rojbûneke jirêzê ye. Rojbûna hemû gelên Rojhilata Navîn e. Gelek netewên cuda li Rojhilata Navîn dijîn û paradîgmaya Serok ji bo van gelan qada jiyanê ava dike. Lewma roja her kesî ye.”
Divê neyê astengkirin
Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku di 27’ê Sibatê de wêneyeke nû yê Rêber APO hatiye parvekirin û got:“Niha pêvajoyek heye û heke dewlet-îktîdar rast nêz bibe Kurd zelal in. Ji bo pêşî li rijandina xwînê were girtin firsendeke girîng e. Bi aştiyeke birûmet û rasteqîn re wê her kes rehet bibe. Lewma 4’ê Nîsanê girîng e. Di salên berê de dema dewlet astengiyan dernexîne mîna mihrîcanê derbas dibû. Bi sed hezaran kes hatin û rojbûna Serok pîroz kirin. Tu zirar negihişt tu kesekî. Divê dewlet pêşiya vê daxwazê negire.”
Em bi ruhê Newrozê li Amarayê bin
Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo meşa ji Amedê ber bi Amarayê ve banga tevlibûnê kirin û gotin:“Em bi ruhê Newrozê li Amarayê bin.” Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê Yûsûf Mendeş, bal kişand ser banga Rêber APO û anî ziman ku wê ciwan bibin pêşengên vê bangê û got:“Di 8’ê Adarê de jinan bi girseyî piştgirî dan bangê. Piştre jî bi milyonan kes beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn. Hesreta xwe ya ji bo aştiyê anîn ziman. Divê hemû gelên cîhanê xwedî li vê bangê derkevin. Xwedîderketina li aştiya birûmet dê gelek pirsgirêkan çareser bike. Em bi ruhê Newrozê dakevin qadan. Tecrîd hêj didome. Meseleya tecrîdê ne tenê meseleya gelê Kurd e, meseleya her kesî ye. Divê her kes tişta dikeve ser milê xwe bike. Ji bo aştiyeke birûmet divê em xurt tev li bibin. Em hemû kesên dixwazin bibin dengê azadiyê vedixwînin Amarayê.”
Em avakarê aştiyê azad bikin
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Vedat Ozer jî got:“Em hemû gelê xwe vedixwînin Amarayê. Em tecrîdê ji holê rakin û azadiyê pêk bînin. Ji bo vê jî hewcehî bi tevlibûneke xurt heye. Em piştevaniyê mezin bikin û avakerê aştiyê (Ocalan) azad bikin.” Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê Polatcan Goren jî got:“Em ê nîşan bidin ku piştgiriyê didin pêvajoya hatiye destpêkirin. Ji bo hemû biryarên Rêber Abdullah Ocalan em ê tişta dikeve ser milê xwe bikin. Em bang li tevahiya gelê xwe yê welatparêz dikin ku tev li meşê bibin. Werin em bi hev re Rêbertiyê ji hêla fîzîkî ve azad bikin.”
Hedef azadiya fizîkî ye
Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Dîlan Can jî wiha axivî: “Divê ciwan aktîf tevli pêvajoyê bibin. Wê piştgiriya ciwanan ji bo bang û aştiyê hebe. Wê ji paşerojê ders bê girtin û xwedî li berpirsyariyan bê derkevin. Ez hemû hevalên xwe vexwendiyê meşê dikim. Ev 4’ê Nîsanê pir cuda ye. Pêvajoya çareseriyê ji nûve destpê kiriye. Pêvajoya lihevkirinê ji nû ve destpê kiriye. Ji nûve hêvî afiriye. Piştî salan şûnde bi birêz Ocalan hevdîtin girîng bû. Bi her kesî re kelecan afirand. Armanca me piştgiriya ji bo pêvajoyê ye. Armanca me xwedîderketina li pêvajoyê ye, azadiya Birêz Ocalane. Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Oclan li qadan bin. Em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku bên tevli me bibin. Divê ciwan vê pêvajoyê de aktîf bin.”
NAVENDA NÛÇEYAN