Em aştî û niyeta baş dixwazin
Sêşem 22 Tîrmeh 2025 - 03:35
Piştî banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ ya Rêber APO geşedanên girîng hatin jiyîn. Rêber APO di 9’ê Tîrmehê de banga duyemîn a bi vîdeo şand û piştî vê, Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku ji 30 kesî pêk dihat, di 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Casene ya gundê Surdaş a navçeya Dukan a Silêmaniyê bi merasîmekê çek şewitandin. Jinên Wanî der barê mijarê de axivîn û gotin:“Gelê Kurd berdêlên giran dan. Li hember van berdêlan em dixwazin aştiyê û niyeta baş bibînin."
Çek ji bo aştiyê şewitandin
Şukran Aslan destnîşan kir ku heta îro gelê Kurd hatiye qetilkirin, girtin û got:“Em gelê Kurd aştiyê dixwazin. Rêber Apo her tiştî baş dizane. Bila îxanetê pêvajoyê nekin. Ji bo çareseriyê çek hatin şewitandin. Dewlet îxanetê li pêvajoyê bike wê her tişt xera bibe. Bila êdî aştî pêk bê. Bila mafê Kurdan bidinê." Saîme Ozdemîr jî got:“Wek dayikekê, aştiyê diwazim. Hêviya me ev e ku pêvajo baş bimeşe. Ev pêvajo baş e lê hîna yên girtîne hene. Siyasetmedar girtîne. Em dixwazin ew derkevin. Kurdan bedelên mezin dan. Beramberê vê divê aştî û niyeta baş be.” Hanim Keve jî nêrînên xwe anî ziman û got:“Aştî ji bo her du aliyan pêwist e. Em ji ber pêvajoyê kêfxweş in. Koma Aştî û Civaka Demokratîk merasîmek dîrokî pêk anîn. Çek şewitandin. Me jî temaşe kir. Hêvîdar im encama wê baş be. Em dixwazin dewlet tiştekî bike.”
Merasîma PKK’ê gavek girîng e
Jina bi navê Hanîfe Zîrek da zanîn ku armanca wan pêkhatina aştiyê ye û got:“Merasîma PKK’ê gavek girîng bû. Em Kurd û Tirk wek hev in. Em xwişk û bira ne. Ez AKP’yî me lê ji ber vê pêvajoyê pir kêfxweş bûm.” Reyhan Adiyaman jî ev nirxandin kir:“Divê dewlet gavê bavêje. Divê girtiyên siyasî bên berdan. Divê gavek xweş bê avêtin. Bêyî sûc hatin girtin. Aştî pêk bê em ê kêfxweş bin.” Ayfer Camuşcu balkişand ser aştiyê û bi gotinên ‘aştî ji bo her kesî baş e’ û got:“Hêviya me ev e ku pêvajo erênî encam bibe. Bila aştî pêk bê, kes nemire. Xwîn nerêje. Çima em aştiyê nexwazin. Hêvîdar im aştî pêk bê.” Guneş Kahraman jî got:“Pêvajoyê erênî dibînim. Em aştiyê dixwazin. Ji bo welat ya divê pêk bê ev e.”
JINNEWS/WAN