Elton John jî teqawît dibe!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Hezîran 2023 - 15:18

Di navbera 21 û 25’ê Hezîranê de li Ingilîstanê Festîvala Glastonbury a muzîkê hate lidarxistin. Muzîkjen Elton John jî di roja dawî ya festîvalê de derket ser dikê û festîval bi stranên wî bi dawî bû. 

Elton John ê 76 salî, niha hewl dide tûrneya xwe ya dawî ya bi navê “Farewell Yellow Brick Road” pêk bîne. Wî da zanîn ku êdî ew ê konseran nede û dev ji muzîkê berde. Elton John ev 50 sal bûn ku bi muzîkê re mijûl dibû. Wî di konsera xwe ya li Ingilîstanê ya dawî de got; “Min qet bawer nedikir ez ê rojekê li Festîvala Glastonbury derkevim ser dikê. Pirr kêfxweş im ku niha li vir im. Ez ê van kêliyan ti carî ji bîr nekim.” Li wir 120 hezar kesî li Elton John guhdarî kir.

Elton John wê 6 konserên din jî bide û herî dawî di 8’ê Tîrmehê de li Stockholmê derkeve ser dikê. Piştî vê konserê Elton John dê dev ji muzîkê berde û careke din konseran nede.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.