- Pisporên ku li Komîsyona Alîkariya Mirovî û Mafên Mirovan a li Meclîsa Federal axivîn, ji Elmanyayê xwestin, ya li Êzidiyan hatiye kirin, weke qirkirinê nas bike.
Pisporên ku li Komîsyona Alîkariya Mirovî û Mafên Mirovan a li Meclîsa Federal axivîn, ji Elmanyayê xwestin, ya li Êzidiyan hatiye kirin, weke qirkirinê nas bike.
Tevî ku Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewrûpayê û gelek welatên Ewrûpayê fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a li dijî Êzîdiyan, weke qirkirinê nas dikin, lê hikûmeta Elman di vê mijarê de bi salan e gaveke bi tenê jî neavêtiye. Sibata derbasbûyî li Komîsyona Daxwaznameyê ya Meclîsa Federal, mijar kete rojevê û pisporan biryar da ku li Komîsyona Alîkariya Mirovî û Mafên Mirovan li pisporan bê guhdarîkirin.
Di vê çarçoveyê de pêr li Komîsyona Alîkariya Mirovî û Mafên Mirovan civînek hate lidarxistin û li pisporan û nûnerên saziyên Êzîdiyan hate guhdarîkirin. Hem pisporan hem jî nûnerên Êzîdiyan ji Elmanyayê xwest ku ya anîne serê Êzîdiyan weke qirkirinê nas bike.
Statuya Şengalê nas bikin
Ji Zanîngeha Hûmboldtê pisporê hiqûqa ceza ya navneteweyî Prof. Dr. Florian Jessberger rapora li ser mijarê pêşkêşî komîsyonê kir û got, li gorî hiqûqa navneteweyî ya ku çeteyên DAIŞ'ê kiriye, qirkirin e.
Gohdar Alqaîdy jî li komîsyonê axivî û got, “Heger Elmanya bûyerên di 3'ê Tebaxa 2014'an de qewimîn weke qirkirinê nas bike, ev yek wê bandorê li Êzîdiyan hemûyan bike.”
Di komîsyonê de ji Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan a li Elmanyayê (NAV-YEK) Yilmaz Kaba jî got, Êzidiyên li Elmanyayê pirraniya nifûsa Êzidiyên li tevahiya cîhanê ye û got, “Heger hikûmeta Elman kiryarên li Êzîdiyan hatine kirin weke qirkirinê nas bike, ji bo parastina
Êzîdiyan wê bibe gaveke girîng." Kaba bal bire ser bûyerên mehên dawî yên li Şengalê û got, divê statuya Şengalê bê naskirin da ku qirkirin bê rawestandin.
ANF/BERLÎN