Elmanya Ozgur A. tecrîd dike

Pêncşem 19 Gulan 2022 - 21:33

  • Li bajarê Elmanyayê Bremenê, dawiya meha Nîsanê Ozgur A. hatibû girtin û li Koblenzê kiribûn hepsê. 

BERDAN DOGAN / FRANKFURT 

Li bajarê Elmanyayê Bremenê, dawiya meha Nîsanê Ozgur A. hatibû girtin û li Koblenzê kiribûn hepsê. parêzerê wî, Thomas Scherzberg dibêje, “Muwekilê min tecrîd dikin. Girtina wî ne hiqûqî ye, siyasî ye.”

Siyasetvanê Kurd Ozgur A. li bajarê Elmanyayê Bremenê, bi îdîaya berpirsê PKK´ê yê herêmê ye li Elmanyayê, li gorî qanûna ceza ya li dijî Kurdan 129/b hatibû girtin. Ew 30´ê Nîsanê hatibû girtin û ew xistibûn hepsa bajarê Koblenzê. parêzerê wî Scherzberg dibêje, heta 9 mehan dibe ku rûniştinên dozê dest pê bikin. Parêzer îdîaya ku dibêje, dikare fîrar bike, bê bingeh e. Ew dibêje, Elmanya Ozgur A. bi endametiya PKK´ê û birêvebirina xebatên wê ji Gulana 2018´an ve li bajarên Elmanyayê Darmstadt, Berlîn, Duisburg, Hamburgê tohmetbar dike.

Scherzberg ji bo îdîaya tehlûkeya revê dibîje, “Beriya bi 5 salan li dijî muwekilê min lêpirsîn hatiye destpêkirin. Wî bi vê zanîbû. Heger bixwesta, dikarî biçe welatekî din. Ji ber wê îdîaya tehlûkeya fîrarê, bê mane ye. Bêyî ku hinceteke hebe, piştî bi 5 salan dibêjin, ev kes tehlûke ye û wî digirin. Naxwe hûn çima 5 salan sekinînin.”

Dixwazin zilmê li miwekilê min bikin 

Scherzberg li ser şertên girtîbûnê ên Ozgur A. jî dibêje, “Ozgur A. tecrîdkirî ye. 23 saetan di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin. Rojê tenê saetekê destûra wî heye derkeve hewşê û ew jî bi tena serê xwe, bi tenê ye. Weke parêzer ez bi erzûhaleke nivîskî li ber van rabûm. Em mirov bi salan e li nav me ye, ji bo Kurdan têdikoşe. Bi carekê radibin, dibêjin, gelekî bi tehlûke ye. Bi temamî tecrîd dikin. Destûra wî nîne bi kesekî re bipeyive. Dixwazin zilmê li muwekilê min bikin.”

Peyamê didin dewleta Tirk 

Parêzer Scherzberg dibêje, Elmanya bi girtinên bi vî rengî peyamê dide dewleta Tirk: “Li vir, ji dewleta Tirk re dibêjin, ´binihêre, em wan dişopînin´. Elmanya ji bo peywendiyên xwe bi Tirkiyeyê re xira neke, biryarên wiha siyasî dide."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.