Wezîra Karê Hundir a Elmanyaya Federal Nancy Faeser pêr çû Tirkiyeyê û doh û pêr hevdîtin bi rayedarên Tirk re kirin.

Ev serdana wezîra federal a Elman li demeke welê rast hat ku dewleta Tirk ji aliyekî ve êrişên berfireh birin ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, li aliyê din jî gefên dagirkirina ji bejahî ya herêmê da ber xwe. 

Şirîkên hikûmeta Faeser êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û xwestin, êriş tavilê bên rawestandin. Hikûmetê bi xwe fermî xwe kerr kir. Lê doh di dema civîna bi wezîrê şer ê Tirk Suleyman Soylu de Nancy Faeser li ser navê hikûmeta xwe peyivî. Wê got, di şerê li dijî terorê de Elmanya li aliyê Tirkiyeyê cihê xwe digire. Kurmanciya vê daxuyaniyê wiha ye: Di şerê li dijî Kurdan de Elmanya hevalbendê Enqerê ye. 

Ha wê bi peyvên weke, “Reaksiyona Tirkiyeyê divê bi nisbet be”. Wezîra Elman Faeser wekî din xwest, gava ku dewleta Tirk êriş dike jî vê li gorî hiqûqa navneteweyî bike. 

Wezîrê karê hundir ê Tirk ê ku mafyaya dewleta Tirk jî bi rê ve dibe û weke wezîrê şer jî tê zanîn, Suleyman Soylu bersiv da hevpîşeya xwe ya Elman û îdîa kir ku dewleta Tirk wê destûrê nede ku dewleteke terorê li Bakur û Rojhilatê Sûrî bê damezrandin. Kurmanciya wê jî ev e: Dewleta Tirk wê nehêle Kurd li Rojavayê Kurdistanê bibin xwedî statu.

ENQERE