Hikûmeta Elmanyayê ya Federal diyar kir ku di 2 salên dawî de li hemberî xebatên sîxurtiyê yên MÎT’ê 10 lêpirsîn hatine destpêkirin. Lê li hemberî MÎT’ê ti doz nehatiye destpêkirin.

Hikûmeta Elmanyayê ya Federal bi bersiveke dayî pêşniyazpirsa Partiya Çep (Die Linke) li xwe mikur hat ku van her du salên bihurî xebatên MÎT’a Tirk ên sîxurtiyê zêde bûne. Li gorî wê MÎT di ser camî, konsolosxane, şaxên bankeyan û gelek saziyan tora sîxurtiyê ava kiriye. Partiya Çep beriya bi çend rojan lêpirsînên li ser MÎT’ê anîbû rojeva Meclîsa Federal.

Hikûmeta federal bersiv da pêşniyazpirsa parlementera Partiya Çep, Sevîm Dagdegelenê. Hikûmetê got, ji ber xebatên sîxurtiyê yên MÎT’ê di sala 2020’an de 4 û di sal 2021’ê de jî 6 lêpirsîn hatine destpêkirin. Derbarê kitekitên lêpirsînan jî tiştek nehate eşkerekirin.

Gelo hesabên dewletê bi dewletê re tê kirin

Hikûmetê da zanîn ku derbarê du lêpirsînên par de biryara ‘neşopandinê’ hatiye dayîn. Lê balkêş e ku ligel van lêpirsînan hê ti doz nehatine vekirin.

Dagdelen got, ji ber rexneyên wê yên li hemberî rejîma Erdogan, yekîneyên ewlekariyên Elmanyayê ji bo plana êrişa li hemberî wê, ew hişyar kiriye. Dagdelen ji rojnameya Die Weltê re axivî û ji ber ku hikûmeta Elmanyayê li hemberî xebatên MÎT’ê tiştekî nake, rexne li hikûmeta Elmanyayê kirin. 

Di warê paqijkirina pereyên reş, birêvebirina çeteyan, bazirganiya narkotîkê de jî polêsê Elman gelek caran di lêpirsînên xwe de ji sala 2013´an ve gelek caran îşaret bi girêdana MÎT´ê û rayedarên dewleta Tirk kiribû, lê dîsa jî li hemberî tevnên MÎT´ê yên bi beşdariya konsolosxaneyan tiştek nayê kirin. Ji ber vê rewşê jî pirsa gelo dewlet hesabên xwe yên bi vî rengî yekser bi dewleta Tirk re dike, derdikeve meydanê. 

MÎT´ê bêdengiya dewleta Elmanyayê ji xwe re kiriye firsend û ji sala 2016’an û vir ve xebatên xwe yên sîxurtiyê zêde kirine. Herî dawî di Cotmehê de hemwelatiyekî Tirk li oteleke Dusseldorfê tevî fîşek û lîsteya navan hatibû destgîrkirin. Hatibû diyarkirin ku ev kes ji MÎT’ê re dixebite. 

Ne 6 lê 8 hezar sîxurên MÎT´ê hene

Li gorî texmînan li Elmanyayê 8 hezar kes ji MÎT’ê re dixebitin. Di xebatên îstîxbaratê de DÎTÎB a ku girêdayî saziya Diyanetê ya Tirk e bi roleke mezin radibe. 900 mizgeftên DÎTÎB’ê hene û îmamên li van mizgeftan agahiyên derbarê muxalifên rejîma Erdogan de yekser radigihînin konsolosxane û balyozxaneyan. Di serê sala 2017’an de li hemberî hin îmamên endamên DÎTÎB’ê  lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di vê lêpirsînê de qet gav nehatibû avêtin û hatibû ragihandin ku di Kanûna 2017’an de dosye hatiye girtin. Lêpirsîna li ser 19 xebatkarên DÎTÎB’ê jî piştî bazara di navbera Berlîn û Enqereyê hatibû girtin. Hingê rayedarên wezareta karê hundir a Elman dabûn zanîn ku 6 hezar kes ji bo MÎT´a Tirk li Elmanyayê çalak in. Piştre ev hejmar hat zêdekirin û pispor difikirin ku 8 hezar kes li Elmanyayê ji MÎT´ê re dixebitin. BERLÎN