Elmaniya kitêba Ocalan tê danasîn

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 28 Cotmeh 2020 - 15:38

  • Sosyolojiya Azadiyê li Frankfurtê tê danasîn.

Wergêrê kitêbên Ocalan Reimar Heider li eyaletên bakurê Elmanyayê wergera kitêba sisiyan a pênc kitêbên Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk yanî kitêba Sosyolojiya Azadiyê da nasîn. Reimar Heider di heman demê de ji berdevkên Înîsîyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Ocalan re ye. Niha wê li eyaletên başûrê Elmanyayê jî kitêb bi beşdariya Reimar Heider bê danasîn.
Yek ji wan çalakiyan wê li Frankfurtê bi organîzeya komeleya Kurdan, Atolyeya Aştî û Siberojê û Weqfa Rosa Luxemburgê bi rê ve biçe. Çalakî 13´ê Mijdarê saet 18:30´î wê li Gewerkschaftshaus li hola Wilhelm-Leuschner Saal bi rê ve biçe. Ji ber sînordarkirinên pandemiyê, kesên ku dixwazin biçin çalakiyê, divê xwe li navnîşana e-mailê ya li jêr qeyd bikin: hessen@rosalux.de

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.