Elî Siyasî revandin

Çarşem 26 Nîsan 2023 - 02:05

Pêr bi şev li Hewlêrê hêzeke çekdar a ku dev û çavê endemên wê girtibûn, bi ser mala çalakvanê civaka sivîl Elî Mehmûd girt û ew revand. Aktîvîstê civaka sivîl Elî Mehmûd, weke Elî Siyasî tê naskirin.

Endamê Malbenda Hewlêrê ya Hizba Komunîst a Kurdistanê Rêbaz Şaham ji Rojnews re got, hêzeke çekdar a ku endamên wê dev û çavên xwe girtibûn, bi wesayîtên cam reş bi ser mala çalakvanê civaka sivîl Elî Mehmûd (Elî Siyasî) ya li Hewlêrê de girtiye û ew revandiye.

Nehat zanîn Elî Siyasî ber bi ku revandine û heta niha aqûbeta wî nayê zanîn.

Hêjayî gotinê ye Elî Mehmûd ê weke Elî Siyasî tê naskirin, çalakvanekî civaka sivîl ê diyar ê li Herêma Kurdistanê ye.

Elî Siyasî di hevpeyvîneke xwe ya derbarê salvegera Enfalê de gotibû; “Yên ku xalê min û hinek xizmên min di Enfalê de qetil kiribûn, niha kurê wan qeymeqamin li Hewlêrê.”

Yekîtiya Nivîskarên Jenosîdê ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li saziyên peywendîdar kir da ku çarenûsa Elî Mehmûd eşkere bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.