ELEN ji bo parastin û vejîna ziman dixebite

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 21 Hezîran 2024 - 00:12

Tora Wekhevîya Zimanan a Ewrûpayê (ELEN) li paytexta Katalonya Barselonayê civînekê li dar xist.

Komîteya Rêveber a ELENê û endamên delegasyonên Îrlanda, Welatê Gal, Katalonya, Galîsya, Welatê Bask, Frîzland, Sardînya, Bretonya, Giravên Balearê û Valensîyayê tevlî civînê bûn.

Mazûvanîya vê civînê ji alîyê sazîya sivîl a katalan Omnium Culturalê hat kirin. Mijara civîna Barselonayê Civîna Giştî ya ELENÊ bû ku wê îsal li Bilbaoyê bê lidarxistin.

Di civîna giştî de wê giringiya polîtîkayên gelemperî yên ji bo normalkirina zimanên hatine kêmarkirin bê nîqaşkirin. Herwiha, di civînê de ji bo mijarên wê di Konferansa ELEN-Catescoyêde were rojevê jî danûstendin hatin kirin. Konferansa navbuhirî di 15’ê Hezîranê de li Barselonayê hat lidarxistin.

ELEN çi karî dike?

ELEN rêxistineke sivîl e ku di 2011’an de hatîye damezirandin. 174 rêxistinên ku 50 zimanên li 25 welatên Ewrûpayê temsîl dikin, endamên ELENê ne.  Sazî ji bo parastin û vejîna zimanên hatine marjînalkirin ên Ewrûpayê xebatê dike. Saziya ziman ligel xebatên xwe yên hişyarî û bilindkirina hişmendiya parastina zimanan, tevlî projeyên ziman ên Yekitiya Ewrûpayê dibe.

ELEN di Parlamentoya Ewrûpayê, Konseya Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî û UNESCO’yê de xwedî statuyeke şêwirmendiyê ye. Sazî beşdarê civînên Platforma saziyên sîvîl ya ji bo Pirzimanî ya Komîsyona Ewrûpayê û çend rêxistinên din dibe.

ÎNFOWELAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.