Elaqeya ji sînemayê re pirr e

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 28 Tebax 2022 - 21:09

  • Atolyeya hunerê ya li Dêrika Hemko dixwaze lîstikvan, senarîst û derhênerên şareza di bin sîwana TEV-ÇAND'ê de perwerde bike.

EKÎN RONÎ / ANF/QAMIŞLO

Atolyeya hunerê ya li Dêrika Hemko dixwaze lîstikvan, senarîst û derhênerên şareza di bin sîwana TEV-ÇAND'ê de perwerde bike.

Li Rojavayê Kurdistanê avakirina sîstema konfederal a demokratîk û parastina welat karên sereke ne. Li aliyê din jî li warên çand û huner, hewldanên jinûve avakirinê dewam dikin. Akademî û dibistanên ku bi şoreşê re ava bûne, ciwanan perwerde dikin û şoreş hunermendên xwe diafirîne.

Bajarê Dêrikê vê dema dawiyê ji karên çand û hunerê bi taybetî jî ji karên sînema û filman re malovanî kir. Bi wê jî derket holê ku bala ciwanan gelekî li ser karên dîtbarî ye. Bajarê Dêrikê herî dawî malovanî li filma 'Berbû' ya Sevînaz Evdikê kir. 

Li bajarê Dêrikê yê Rojava cihekî giring ê Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle heye. Kedkarên çand û huner, beriya şoreşê bi koma muzîkê ya Koma Cûdî, bi koma şano ya Koma Ava Mezin tevkariyeke mezin li şoreşê kirin, Piştî destpêkirina şoreşê jî mohra xwe danîn binê gelek karan.

Ciwanan digihînin

Herî dawî li navenda çandê atolyeyeke huner hate destpêkirin. Atolye ji bo bingehekî ji karên sînema û şano re biafirîne, hate lidarxistin. Tev-Çand bi atolyeyê dixwaze ku di bin sîwana karên çand û hunerê yên TEV-ÇAND'ê de lîstikvan, senarîst û derhênerên şareza bigihîne.

Ji roja destpêkê ve elaqeyeke mezin ji bo dersên senaryo, kamera û lîstikvaniyê hene. Ciwan bi baldarî guh didin dersan, hem hîn dibin hem jî dersên huner di pratîkê de pêk tînin.

Dersên ku ji aliyê Komuna Film a Rojava ve tên dayin, bi keda koma şano ya Koma Ava Mezin pêk tên.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.