• Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî eşkere kir ku çeteyên Cebhet El-Nusra plana êrişeke berfireh li djiî gundê Şêx Silêman ê bakur rojavayê bajarê Helebê dikin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî eşkere kir ku çeteyên Cebhet El-Nusra (Heyet Tehrîr El-Şam) plana êrişeke berfireh li djiî gundê Şêx Silêman ê bakur rojavayê bajarê Helebê dikin.

Ferhad Şamî di ser hesabê xwe yê Facebookê de eşkere kir ku çeteyên Cebhet El-Nusra (Heyet Tehrîr El-Şam) yên ser bi El-Qaîdeyê ji bo destpêkirina êrişeke leşkerî ya berfireh a li dijî gundê Şêx Silêman (18 kîlometreyan li bakur rojavayê Helebê ye) û gundên derdora wê amadekariyê dike. Li gorî Şamî destpêkê ew ê êrişî gundê Bazîdê yê başûrê Efrînê, bike.

NAVENDA NÛÇEYAN