Ejdehayên difirin... Belkî xewnek ji xewnên ji serdemên berê mayî be. Lê gava em berê xwe didin van heywanên piçûk em dibînin ku ejdehayên piçûk ên difirin hene. Erê weke ku ne ji vê dinyayê bin xuya dikin, lê ew ji vê dinyayê ne. Esas ew ji xweşikên vê dinyayê ne.
Ev gumgumokên bi baskên çermîn, li daristanên tropîk ên Başûrrojhilatê Asyayê hene.
Ev heywanên xweşkok 20 ta 26 santîmetroyan dirêj in. Bi xêra baskên xwe yên çermîn ew ji darekê ber bi dareke din ve difirin. Ew dikarin heta bi 60 metroyan bifirin û gava xwe ji darekê diavêjin darekê, di van 60 metroyan de tenê 10 metroyan nizm dibin. Ew kêzik û mîrokan dixwin. Ew tenê ji bo cot bibin xwe berdidin ser erdê, wekî din timî li ser daran in.
NAVENDA NÛÇEYAN