Egrîce; hêz û hunera jinê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 9 Îlon 2024 - 00:17

Klîpa hunerî ya ‘Egrîce’ ku sê dengbêjên navdar yên jin bi hev re dibêjin û ji aliyê Rêkxistina Merziye ve hatiye hilberîn û behsa îradeya azadiyê ya jinê û felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dike, weke klîpeke bi temamî cuda û taybet hate belavkirin.

Klîpa ‘Egrîce’ weke yekemîn berhema Rêkxistina Merziyeye ya ji bo pêşxistina şiyanên hunerî yên jinan ku li ser kanala taybet ya Rêkxistina Merziye hatiye belavkirin. Her sê dengbêjên navdarên Kurd yên jin Esrîn Seferî, Jîwer Husên û Julya Husên dibêjin û di heman demê de di klîpê de cih digirin.

Her wiha karê derhênerî û awazê ji aliyê hunermendê ciwan Pêşewa Remezan hatiye kirin û gotinên stranê jî ji aliyê Seher Mûêzî ve hatiye nivîsin. Şêwazê klîpê bi temamî ji şêwazê klîpên hunerî yên Başûrê Kurdistanê cuda hatiye honandin ku 41 kes weke rol di klîpê de dileyîzin. Derhênerê govend û koreografiye Firyad Hesen ji bo klîpê xebitiye.

Têkildarî karkirina di vê klîpê de hunermend Jîwer Husên ku yek ji hunermendên di klîpê de dengbêjiyê dibêjê, axivî û hestên xwe wiha anîn ziman; “Dema ku hunermend Pêşewa Remezan destpêkê ji min re behsa vê klîpê kir, bi rastî ez ketim dudiliyê ku gelo ez ê bikaribim vê klîpê çêbikin yan na. Piştre min awayek ji xwe bawer û bi keyfxweşî biryar da ku em vê klîpê çêkin û karekê min yê hunerî ji bo jinan û Kurdistanê hebe.”

‘Jin jiyanê tîne dînyayê’

Fikra vê klîpê ji felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ derketiye û tê de behsa redkirina hişmendiya baviksalarî û anîna holê ya jiyaneke wekhev dike. Jîwer Husên derbarê jinê û klîpê de got; “Jin ew e ya ku jiyanê diafrîne. Her jinek jiyanê tîne dinyayê. Divê ev bibe çavkaniyeke gelek bedew ya hunerî û karekê mezin li ser bê kirin.”

‘Zehmet bû lê me ji kûrahiya dil got’

Hunermend Jîwer di dewamê de behsa zehmetiyên di dema tomarkirina klîpê de kir û got; “Ji ber ku çêkirina klîpan karekê sade û hêsanî nîne, ji bilî ku piştplaneke nîştimanî û jinê ya klîpê heye, gelek westandin û kedeke mezin di kişandina vê klîpê de heye. Destpêkê min wisa zanî ku gelek hêsane. Lê gelek zehmet bû. Hemû tevger û govendên di klîpê de, di dema tomarkirinê de hesteke zêdetir bi min re çêkir. Min di wan kêliyan de hest dikir ku ji bo jinan ji kûrahiya dilê xwe stranan dibêjim.”

Bi hêviya ev klîp perspektîfekê ava bike

Ji bo çêkirina vê klîpê di warê nivîsîna gotinên stranan, danîna awaz, perwerdeya leyîstina govendan salek xebat li ser hatiye kirin heta ku temam bûye. Jîwer Husên ji bo vê yekê jî got; “Piştî ku me biryar da vê klîpê çêbikin me nêzîkî du mehan bênavber li ser perwerdeya awaz û stranê xebitî û piştre me deng tomar kirin. Her wisa di dema girtina dîmenên klîpê de jî em gelek westiyan. Ez hêvî dikim piştî belavkirina vê klîpê perspektîfek din li pişt peyva jin hebe û wateyeke din ya jinê bigihîne. Her wiha bikaribe wateyeke din ya Jin Jiyan Azadî bigihîne.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.