• Şaxên Egîtîm-Senê yên Amedê doh çû serdana Malbata Şenyaşar ku ev 143 roj in li ber xwe dide.

 

Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar ku 3 kes ji malbata wan wê ji aliyê xizm û çeteyên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin di roja 143’emîn de didome.

Rêveberên Şaxên Hejmar 1, 2 û 3 yên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Egîtîm Sen) yên Amedê, çûn serdana Malbata Şenyaşar û piştgirî da çalakiya wan. Malbatê, heyeta Egîtîm Senê bi dovîzên li ser wan “Ji bo zarokên min ên hatin qetilkirin edalet, ji bo herkesî edalet” û “Em edaletê dixwazin” nivîsandî pêşwazî kir.

Emîne Şenyaşar ji wan re qala tiştên ku roja komkujiyê hatine serê wan û têkoşîna xwe ya piştî têkoşînê kir. Emîne Şenyaşar got: “Kesên ku em qetil kirin li Pirsûsê digerin. Li şûna ku hûn me dişopînin wan bişopînin. Dewlet li kû ye? Li vê dewletê edalet tune ye.”

Piştî Emîne Şenyaşar li ser navê heyeta Egîtîm Senê Rêveberê Şaxa Hejmar 2 ya Amedê Fesîh Zîrek axivî û ev tişt gotin: ‘’Li kû derê û li kê dibe bila bibe divê heq û edalet cihê xwe bibîne. Demeke dirêj e malbat bi daxwaza edaletê li vir rûniştiye. Malbat dixwaze kî sûcdar be bila sûcê wan bê tespîtkirin û cezayê xwe bikişîne. Tenê daxwaza wan bicihhatina heq û edaletê ye. Em  sendîka vê dibêjin; ki, li kû û çawa dibe bila bibe divê heq, hiqûq û edalet cihê xwe bibîne.”  RIHA