Egîd Roj komkujî kir belge

În 21 Sibat 2025 - 03:15

Rojnameger Hêvîdar Henan, hempîşeyê xwe Egîd Roj ê di êrişa dewleta tirk de hate qetilkirin vegot û got: “Egîd Roj komkujiyên li dijî gelê Efrînê dikir belge û berxwedana li Bendava Tişrînê nîşan dide. Lewma hedef hate girtin.” 

Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO di êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hêj jî rojnamegeran hedef digire. Di êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên ji sala 2019’an heta niha de 15 rojnameger hatin qetilkirin. Herî dawî jî nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Egîd Roj dema li Bendava Tişrînê êriş dişopand, di 15’ê Sibatê de ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hate qetilkirin. 

Kesekî dilsoz bû

Hevala xebatê ya rojnameger Egîd Roj, nûçegihana ANHA’yê Hêvîdar Henan qala Egîd Roj kir. Hêvîdar Henan, diyar kir ku Egîd Roj bi eslê xwe ji Efrînê ye û dema tevî malbata xwe li Helebê dijiya ew nas kiriye û wiha got: “Dema hêj zarokekî biçûk di nava şoreşê de cih girt. Piştre rojnamegerî xwend. Egîd, bi doz û nirxên gel re kesekî dilsoz bû. Malbata wî welatparêz bû. Malbata wî, malbateke wisa bû ku ji hemû malbatên Efrînê re dibû mînak. Bi taybet jî dayika wî ev zanebûne di wan de çêkiribû. Mîna ku zindî be nêzî hemû amûrên teknîkê dibû. Mîna zarokê xwe li kameraya xwe dinihêrt. Di şerê Efrînê de me bi hev re gelek wext derbas kir. Wî xwest nûçegihantiya şer bike. Car bi car li qadên xebatên me hev didît. Di şerê Efrînê de xebitî. Li her devera Efrînê geriya. Dixwest komkujiyên li dijî Kurdan bike belge. Gelek belge di destê wî de hebûn. Her tiştên têkildarî Efrînê xistibû arşîva xwe. Digot ji bo nivîsandina dîrokê wisa dike. Dema me Egîd didît, hezkirina Efrînê li ber çavên me zindî dibû.” 

Mîrateyek hiştin

Hêvîdar Hena, axaftina xwe wiha qedand: “Egîd, berê her aliyê xwe dabû şoreşê. Rojnamegerên ku her roj rojev ji me re dişandin bi xwe bûn nûçe. Tirkiye ne tenê bi çekan, her wiha ji hêla psîkolojîk ve jî şerekî pir kûr û qirêjî dimeşîne. Çima Nazim, Cîhan û Egîd hedef hatin girtin? Ji ber ku rastiya dewleta tirk derxistin holê. Di vîdeoya dawî ya Egîd de jî hebû, gel bi keyfxweşî nobet digirt. Nazim Daştan jî têkiliya qirêjî ya Tirkiye û DAIŞ’ê derxistibû holê. Cîhan Bîlgînê xebatên sîxûrtiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derxistibû holê. Egîd Roj jî komkujiyên li dijî gelê Efrînê belge dikir û berxwedana li Bendava Tişrînê vedigot. Lewma hedef hatin girtin. Wan ji hemû rojnamegeran re mîrateyek hiştin. Hemû hevalên wan jê hêz digirin û berxwedaneke mezin raber dikin.” 

MA / RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.