‘Eger em li dijî şer bibin yek’

Çarşem 20 Cotmeh 2021 - 01:47

  • Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar doh di civîna partiya xwe de ya li meclîsê axivî. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar doh di civîna partiya xwe de ya li meclîsê axivî. Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Kadîr Çat, Engîn Cengîz, Devrîm Demîr û Mervan Tan jî beşdarî civînê bûn ku çalakiyên wan ên salvegera 30’an a NÇM’ê hate qedexekirin.

Mîthat Sancar anî ziman ku desthilatdariya heyî xwe ji şer xwedî dike û got, “Vê desthilatdariyê pergala xwe, tifaqên xwe li ser polîtîkayên şer ava kiriye. Polîtîkayên şer, nefret û dijminatiyê hîmê bingehîn ê hevparên desthilatdariyê ye. Di bingeha polîtîkayên şer de jî dijminatiya li Kurdan heye. Şer sor dikin, amadekariyên operasyoneke leşkerî li Sûriyeyê nîqaş dikin. Tenê sedemeke vê heye; ‘Bila Kurd dayika xwe nebîne’. Ji bo wan ne xem e ku Tirkiye têk biçe, ya girîng ji bo wan ew e ku Kurd xweşiyê nebîne. Cih û asta ku dijminatiya li Kurdan desthilatdarî û welat gihandiye, bi vî rengî ye.”

Li her derê ava bikin

Mîthat Sancar destnîşan kir ku heta îtiraz li van polîtîkayan neyê kirin, nepêkan e ku muxalefeteke rast hebe û got, “Em ê yekîtî û hevkariya herî xurt a li dijî polîtîkayên şer li her derê ava bikin. Destpêkê bila bi avaniyên Kurd re rûnên û tifaqê çêbikin. Li dijî şer yekîtiyê çêbikin. Li dijî desthilatdariya ku dîwarê ji beton li nava gelan lê dike, em neçar in ku dîwarekî îradeyê ava bikin. Dema ku me ev yek veguheran tevgereke aştiyê ya mezin hingî wê dawî li desthilatdariyê bê. Yekane rêya ku guhertinên mezin pêk bîne, aştî ye. Ji bo vê jî li dijî şer pêwîstî bi yekîtiyê heye. Em neçar in ku guherîna mezin bi avakirina aştiya mezin û koalîsyona mezin a li dijî şer bi ser bixînin. Em ji bo vê amade ne. Heta nefesa xwe ya dawî em ê vê têkoşînê dewam bikin.

Em dibêjin ku ew gihîştine asta dawî. Em bang li mirovên xwedî nêta baş hemûyan dikin, eger hûn li ber vî şerî û zimanê nefretê rabin wê ew deng mezintir bibe û teqez bigihêje hev. Ti nefret û dijberî nikare li hemberî vî dengî bisekine. Civak û gelê Tirkiyeyê dixwaze li hev bike, li ser bingeha paşerojeke wekhev û zemîna demokratîk dixwaze paşeroja wekhev ava bike. HDP misogeriya vê yekê ye, li dijî planên kaosê, dijminkirinê, şer û nefretê, bi parêzvaniya xwe ya li aştiyê û biryardariya xwe ya li demokrasiyê misogeriya herî mezin e. Em hêza xwe ji gelê xwe werdigirin.”

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.