SOLÎN EHMÊ
ANHA/QAMIŞLO 

Şêwarkar Ahrîman Hesen bi rêya tabloya xwe ya di Komxebata Şêwekariyê ya Rojava ya 3`yemîn de çêkiriye, hewl da hêviya Efrîniyan a vegera li warê xwe, nîşan bide. Komxebata Şêwekariyê ya Rojava ya 3`yemîn di 19`ê Gulanê de li Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişloyê dest pê kir.

Dengên guleyan, qîrîna zarokan, dayikan û zehmetiya rêya koçberiya li ser çiyayê Lêlûnê yê welatê zeytûnan, bibîranînên herî dawîn ên Efrîniyan in ku 58 rojan li hemberî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dan.

Hêviya vegerê ya di bîra bi hezaran Efrîniyî de zindî ye, şêwekar Ahrîman Hesen karî bi firçe û tabloya xwe vê nîşan bide. Bi wê tabloyê tev li Komxebata Şêwekariyê ya Rojava ya 3`yemîn bû.

Ahrîman Hesen Efrînî ye û li Helebê ji dayik bûye. Xwendina xwe li dibistanên Helebê bi dawî kiriye. Piştre li Peymangeha Hunerên Bedew dixwîne. Careke din vedigere Efrînê û li wê derê dibe mamoste.

Wî ev tabloya xwe bi rengên zeytî xêz kirine. Bi wan rengan xwezaya bedew a Efrînê rave dike. Her dateyek çîrokeke welatê zeytûnan vedibêje.  

Hesen dibêje, "Min bi tabloya xwe xwest, ez kêfxweşiyê bixim dilê koçberan, çi yên Serêkaniyê û çi jî yên Girê Spî û Efrînê."
Ahrîman Hesen di dawiyê de diyar kir ku tabloya wî dê veguhere rastiyekê û tevahiya Efrîniyan wê vê yekê bibînin û teqez dê rojekê vegerin.