Efendîno biryar we eleqedar dike!

Pêncşem 24 Kanûn 2020 - 03:14

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan têkildarî biryara DMME’yê ya der barê Demîrtaş da axivî û bersiva Erdogan da ku gotiye “ev biryar me eleqedar nake” Buldan got: “Efendîno ev biryar we eleqedar dike. Hûn neçarin hevalên me hemûyan berdin.” 

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li gel parêzerên Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê têkildarî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ku xwest Demîrtaş were berdan, civîna çapemeniyê li dar xist. Civîna çapemeniyê ji aliyê gelek rojnamevanan ve hat şopandin. 
Di civînê de ewilî parêzerê Demîrtaş, Mahsûnî Karaman axivî û got, biryarek têkiliya siyasetê û darazê eşkere dike li holê ye. 

Ji parêzerên Demîrtaş, Ramazan Demîr jî bal kişand ser hedef nîşandana siyasetmedarên kurd û wiha got: “Siyasetmedarên kurd di her mecrayê de hedef tên nîşandan. Bi awayekî li dijî Destûra Bingehîn mafê destnedayîna parlamenteran rakirin.” 

Ji parêzerên Demîrtaş, Benan Molû jî biryar weke biryareke dîrokî destnîşan kir û got, ev ne tenê ji bo Tirkiyê ji bo welatên Konseya Ewropayê jî biryarek dîrokî ye.

Biryar li dijî daraza Qesrê ye

Piştî parêzerên Demîrtaş, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û got:  “Biryar ne tenê birêz Demîrtaş eleqedar dike. Ev biryar li dijî daraza ku fermana xwe ji îqtîdarê digire û pûç bûye hatiye dayîn.

Di serî de Demîrtaş û divê tevahiya hevalên me yên dîl hatine girtin demildest werin berdan. Çima hêj Demîrtaş û hevalên me yên din dîl girtî ne? Me hêcetê vê yekê gelek caran got. Ez dikarim tenê tiştekî bêjim. Ji Demîrtaş ditirsin. Ev yek tenê sedemeke dîlgirtina wî ye. 

Di biryara DMMEʼyê de ne tenê der barê Demîrtaş de di heman demê de der barê KCD’ê jî biryara vekirî heye. Ev pirr biryarek girîng e. Hêja Leyla Guven a Hevseroka KCD’ê li gel pêvajoya dadgeha bilind hêj nehatiye dayîn jî hat girtin. Ev têkçûna pergala hiqûqê ya Tirkiyê nîşan dide. Ev yek dide nîşan ku edalet çawa dixebite û dadgeh çawa girîdayî Qesrê ne. Leyla Guven rûmeta gelê kurd û jinan e. Girtina Leyal Guven çilkeke reş e û li rûpelên dîrokê ketiye. 

Nikarin bêjin ‘Ev biryar me eleqedar nake.’ Em jî dibêjin efendîno ev biryar we eleqedar dike. Pêwîst e ku hevalên me hemû werin berdan. Heke we peymanên Navneteweyî îmze kiribe hûn neçarin li gorî van biryaran tevbigerin. Lazime ev biryar ji bo hêja Demîrtaş ji bo hevalên me hemûyan emsal were nîşandan û werin berdan.

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.