Edîtora MA’yê berdin

În 3 Hezîran 2022 - 22:30

  • Polêsên dewleta Tirk a dagirker, hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û ji edîtorên Ajansa Mezopotamyayê Dîcle Muftuoglû îro serê sibehê kire nezaretê.

Polêsên dewleta Tirk a dagirker, hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û ji edîtorên Ajansa Mezopotamyayê Dîcle Muftuoglû doh serê sibehê kire nezaretê. DFG´ê bi daxuyaniyekê ev yek weke dewama siayseta zilmê nirxand û xwest Muftuoglu tavilê bê berdan. Koalîsyona Jinan a di Rojnamevaniyê de (CFWIJ) jî ji dewleta Tirk xwest ku Dîcle Muftuoglû tavilê bê berdan.

Polêsên Tirk îro sere sibehê bi ser mala Dîcle Muftuoglû ya li Amedê de girt. Li malê lêgerîn kirin û piştre bang li Muftuoglû kirin da ku îfadeyê bide.
Muftuoglû ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Polêsên Tirk a Amedê û li wir, dagirkeran ew xist nezaretê. Dagirkeran li ser sedema kirina nezaretê ya Muftuoglû agahî neda.

DFG'ê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî kirina nezaretê ya hevseroka xwe DFG'ê û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglu da. Wê ev yek weke dewam a zextan nirxand û xwest ew were berdana, "Ti sûcê hevseroka me Dîcle Muftuoglu nîne. Lewma em dixwazin ku di zûtirin demê de were berdan. Em bang li rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê jî dikin da ku li dijî van zextan dengê xwe bêhtir derxînin û ji sepanên derhiqûqî yên desthilatdariya AKP-MHP'ê re jî bibêjin, bes e."

Koalîsyona Jinan a di Rojnamevaniyê de (CFWIJ) jî li ser kirina nezaretê ya Dîcle Muftuoglû peyamek weşand û got: “Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû kirin nezaretê. Em weke CFWIJ, dixwazin rojnamevan demildest were berdan.”

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.