- Li paytexta Meksîkayê, Meksîko Cityê, jî agirê Newrozê hat dadan. Agirê Newrozê par li eyaleta Chiapasê li cihê ku tevgera Zapatîstayê lê ava bû, hatibû dadan.
Li paytexta Meksîkayê, Meksîko Cityê, jî agirê Newrozê hat dadan. Agirê Newrozê par li eyaleta Chiapasê li cihê ku tevgera Zapatîstayê lê ava bû, hatibû dadan.
Îsal li paytext Meksîko Cityê mirovên ji herêmên cuda yên Meksîka û Emerêkaya Latîn civiyan û agirê Newrozê dadan.
Pîrozbahî li Los Dinamos Ekolojîk Park a li başûrrojhilatê bajêr pêk hat.
Kurdan û Latîn Emerikiyan meydana Newrozê bi rengên kesk, sor û zer xemiland.
Her kesî her wiha ji bo gurkirina agirê Newrozê êzing bi xwe re anîn û ji bo parvekirinê jî xwarin amade kirin.
Dostên tevgera azadiyê ya Kurd yekemcar Newroz bi coşeke mezin pîroz kir.
Di çalakiyê de işaret bi rewşa dawî ya li Kurdistanê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.
Çalakgeran bi soza ku têkoşîna azadiyê di sala 2022'yan de li Kurdistan, Meksîka, Kolombiya, Walmapû (Şîlî) mezin bikin, agirê Newrozê dada û li dora êgir govend gerand.
ANF/MEKSÎKO