Êdî ne xewn e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 16 Hezîran 2021 - 05:11

Li Rojava îsal jî xwendekar ji bo xwendina zanîngehê ketin ezmûnê. Xwendekarên derçûn dibêjin, ew kêfxweş in ku bi zimanê Kurdî perwerde dibin û ev ji bo wan cihê şanaziyê ye. 

Tevî ku gelê Kurd li Sûriyê pêkhateyeke herî mezin e, lê mixabin bi salan gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Şamê ve, ji mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî hatibû bêparhiştin. Lê îro ev rewş guheriye. Bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê re gelê Kurd dest bi avakirina pergala perwerdeyê jî kir. Ji bo perwerdeyê materyal hatin amadekirn û dersên zimanê Kurdî hatin dayîn. Piştî derçûyên Efrîn û Kobanê, xwendevanên refa 9 û 12`an ên herêman Cizîrê jî îsal yanî di sala xwendinê ya 2020 – 2021`ê de dest bi ezmûnên wekhev kirin. 

Têkildarî pergala dibistanan û guhartina tevahiya materyalên bi zimanê dayikê ji aliyê komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Rêveberiya Xweser û çêkirina ezmûnên wekhev ji bo refên 9 ta 12`an li herêma Cizîrê, lêkolîner û nivîskar Salihê Heydo axivî.  Ew li Zanîngeha Rojava dersan dide. Salih Heydo bal bire ser girîngiya ziman û got, "Xwendekaran hem bi zimanê xwe perwerde bûne û hem jî di dîrok û erdingarîya xwe de hîn bûne. Ev yek jî di paşerojê de dê serketinê ji wan re bîne. 

Xwendekarê refa 12’an Diyar Hisên got, "Xwendina bi zimanê xwe, xewnek bû ji bo me, îro em gihîştine van daxwazên xwe." Li aliyekî din xwendekara refa 9`an Sîdra Umer got, "Ez gelekî kêfxweş û serbilind im, ez kêfxweş im ku ev karta ezmûnan bi zimanê Kurdî gihaştiye min.” Sîdra wiha lê zêde kir: “Ez spasiya Rêveberiya Xweser dikim, li ser pêşkêşkirina vê gavê ji bo me, em keda mamosteyên xwe ji bîr nakin, ji ber ku mamosteyên me gelek ked û tahb bi me re dîtine, di vê demê de hetanî di navbera dibistanan de jî bi me re alîkar bûn.”

ANHA/QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.