Êdî kamerayan jî mayîn dikin
Sêşem 13 Îlon 2022 - 21:15
- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li herêma Zapê tîmên gerîla yên gerok du dagirker ceza kirine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li herêma Zapê tîmên gerîla yên gerok du dagirker ceza kirine. HPG´ê got, “Di çalakiyên hêzên me de 2 dagirker hatine cezakirin, pergaleke kamerayê û mayînek jî hatin îmhakirin. Artêşa Tirk dagirker Qadên Berxwedanê 32 caran bi balefirên şer, bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kirin. Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker hewl da bi kepçe û dozeran çeperên şer û tunelên li Qadên Berxwedanê yên Karker û Şikefta Birîndara jî hilweşîne.”
HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:
Li Zê (Zapê)
Di 12’ê Îlonê de saet di 17.20’an de tîmên me yên gerok li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil bi çekên giran li dagirkeran da. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.
Li Metînayê
Di 12’ê Îlonê saet di 10.00’an de tîmên me yên gerok pergaleke kamerayê ya ku artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê mayîn pê ve girêdabû tespît kir. Hêzên me bi awayekî profesyonelî pergala kamerayê û mayîna pê ve îmha kir.
BEHDÎNAN