- Bifikirin ku tîşortê li ser we bi carekê re dibe ekraneke televîzyonê an jî sînemayê.
Bifikirin ku tîşortê li ser we bi carekê re dibe ekraneke televîzyonê an jî sînemayê. Heta bifikirin ku şerza we qediyaye û tîşortê we ji bo şarzkirinê alîkariya we dike.
Tîşortekî bi vî rengî yê ku berê tenê di xeyalan de bû ji aliyê zanyaran ve hate pêşxistin. Firehiya qumaşê ku hatî pêşxistin 1,16 metre ye. Li gor daxuyaniyên zanyaran siberojê dibe ku ev qumaş wekî televîzyonekê werin bikaranîn. Her wiha dibe ku bibin merşên ku enerjiyê xwe bi xwe kom dikin û cilên ku enerjiye li ser xwe kom dikin.
Li gor daxuyaniyên zanyaran ev qumaş wekî qumaşên ku di tekstîlê de tê bikaranîn e. Lê bele bi barkirina hin taybetmendiyan vediguhere sazûmaniyeke cuda.
Qumaş wekî qumaşên tekstîlê tê qatkirin û her wiha ditewe jî. Bi gotineke din ji aliyê bikaranînê ve ji qumaşên tekstîlê zêde naguhere.
NAVENDA NÛÇEYAN