Li vê dinyaya kambax carinan tiştên wilo yên piçûk mirovan kêfxweş dikin. Bi saya hin mirovên dilbirehm gelek caran em dibînin ku jiyana hin ajalên nexweş an jî seqet ji ya berê baştir dibe. Walkin' Pets by HandicappedPets.com bawer dike ku mafê ajalên pîr û kal û seqet jî heye bextewar û bi sihet bijîn. Lewma jî ew ji bo pisîk, kûçik û kûsiyan alavan yan jî kursiyên taybet çêdikin da ku karibin bimeşin, xwe tevbidin.
Kusiyê bi navê George Bailey yê ku 11 salî ye, bi nexweşiya metabolîk a hestû ketiye. Piyên wî yên paş zêde bi hev nekeliyane û bi pêş ve neçûne. Ji ber vê sedemê ew zû diweste û nikare zêde bimeşe. Ji bo bimeşe her du piyên xwe yên pêş bi kar tîne lê bi wan jî heya ciyekî dikare bimeşe. Her ku ew mezin bibe dê ji bo wî rêveçûn zehmettir bibe.
George Bailey cureyekî “Sulcata” ye û ev cure dikare heya 100 salî bijî. Beriya ew ji hal bikeve û extiyar bibe, diviyabû di temenê piçûk de ji bo wî hin tiş bihatana kirin. Naxwe, ew hinekî din mezin bibaya îhtimal hebû ku piyên wî yên pêş jî biteviziyana û qet nikaribûya xwe tevbide.
Lê Walkin’ Pets ji bo George Bailey kursiyekî bi teker yê taybet çêkir. Bi saya kursiyê bi teker, Bailey dikare biçe nav daristanê û li ser axê bimeşe. Dibe ku bi lez û bez nikaribe here, lê hêdî hêdî ew dikare here her derî. Walkin’ Pets dibêje, “Dibe ku Bailey nikaribe bibe kûsiyê herî bi lez, lê ew bi vê sebr û meşa xwe jî dikare di pêşbirkê de bi ser bikeve.”
NAVENDA NÛÇEYAN