Êdî destekê nedin Tirkiyeyê
Duşem 23 Gulan 2022 - 21:15
- Qederê 400 rojnamevanên Kurd, bang li NATO û Yekîtiya Ewrûpayê kir, da ku desteka leşkerî, siyasî û aborî êdî nedin Tirkiyeya ku li dijî Kurdan şerê qirkirinê bi rê ve dibe. Rojnamevanan nerazîbûna xwe nîşanî ragihandin û çapemeniya Ewrûpa û cîhanê jî da ji ber ku xwe li êrişên dagirkeriyê yên li dijî Kurdistanê kerr dikin.
ÇÎGDEM BAHAR / BRUKSEL
Komek rojnamevanên nûneriya bi dehan sazî û dezgehên ragihandin û çapemaniya ji Kurdistanê, welatên Ewrûpayê û Federasyona Rûsyayê dikin, doh li paytexta Belçîkayê Brukselê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya Kluba Çapemeniyê ya Ewrûpayê hat dayîn. Qederê 400 rojnamevanî metna daxuyaniyê îmze kir. Wan got, dewleta şerê qirkirinê li dijî miletê Kurd bi rê ve dibe, û beramberî vê nerazîbûna xwe ji bêdengiya ragihandina Ewrûpayê û cîhanê îfade kir. Wan xwest rojnamevanên Ewrûpî êdî bêhtir hestiyar bin beramberî şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan Rojnamevanan bang li welatên endamê NATO´yê û welatên Ewrûpayê jî kir da ku desteka xwe ya leşkerî, siyasî û aborî ya ji bo dewleta Tirk êdî rawestînin.
Dilêr Akreyî, Hîwa Aryen, Heval Arslan, Aysel Avesta û Selahattin Işildak metna daxuyaniyê bi Kurmancî, Soranî, Ingilîzî, Fransî û Erebî xwendin.
Bi destek û erêkirina PDK´ê qirkirin
Rojnamevanan got, “17’ê Nîsanê, li Başûrê Kurdistanê li dijî herêmên Parastinê yên Medyayê ku Hêzên Azadiya Kurdistanê lê bi cih bûne, êrişeke berfireh da destpêkirin. Ev êriş bi desteka leşkerî-îstixbaratî û bi erêkirina rêveberiya PDK’ê pêk tên. Artêşa Tirk çekên kîmyewî jî û çekên li gorî peymanên navneteweyî hatine qedexekirin jî bi kar tîne.
Rojane hem ji hewayê ve hem di erdê re êrişê Rojavayê Kurdistanê dike, bi droneyên çekdarî sûîqestan dike.
Dewleta Tirk tevî çeteyên DAIŞ, El Nûsra û çeteyên din ên cîhadîst herêmên Efrîn, Cerablûs, Ezaz, Bab, Girî Sipî û Serêkaniyê dagir kiriye.
Artêşa Tirk bi giştî dixwaze destketiyên Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rake.
Bi taybetî jî dixwaze welatê Kurdên Êzîdî Şengalê ku di 3’ê Tebaxa 2014’an bûbû hedefe êrîşên qirker ên DAIŞ’ê, bifetisîne û jenosîda ku DAIŞ’ê nivco hîştibû temam bike.”
Bêdengî beyana hevpariya qirkirinê ye
Rojnamevanan bal bire ser keysbaziya dewleta Tirk û got, “Dewleta Tirk dixwaze konjonktûra nû ya ku bi şerê Ûkraynayê derketiye holê, veguherîne firsendekê ji bo temamkirina qirkirina Kurdan. Li Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd û derdorên demokrasîxwaz û azadîxwaz terora dewletê tê meşandin. Bi hezaran siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan ên Kurd dîl hatine girtin.
Dewletên endamên NATO û Yekîtiya Ewrûpayê li dijî terora bê sînor a dewleta Tirk bêdeng in. Raya giştî ya Kurdistanê vê bêdengîyê weke piştgiriya ji bo qirkirina Kurdan dibîne û nerazîbûna xwe beyan dike. Weke her gelî, mafê Kurdan jî heye li ser axa xwe azad bijî û çerenusa xwe bi xwe diyar bike.”
Bang li çapemeniya cîhanê kirin
Rojnamevanan pêşengiya Kurdan di şerê li dijî DAIŞ´ê de bi bîr xist û got, bi dehhezaran Kurdî di vî şerî de, li Iraq û Suriyê canê xwe feda kirin da ku dinya aram be û wiha rexne li çapemeniya cîhanê girtin: “Çapemeniya Ewrûpa û cîhanê jî li pêşberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê yên li hemberî Kurdan, bêdeng e. Ev bêdengî dewleta Tirk wêrek dike da ku qirkirinê zêdetir bidomîne.”
Daxwazên xwe kirin rêz
Rojnamevanan di dawiyê de jî ev daxwazên xwe yên li jêr beyan kirin:
- Em şerê qirkirinê yê dewleta Tirk yê li dijî Kurdan bi tundî şermezar dikin.
- Em KDP'ê ji ber hevkariya wê ya bi êrişên qirker ên artêşa Tirk re, bi tundî şermezar dikin û bang lê dikin da ku dest ji vê helwêsta xwe ya qirêj berde.
- Em bang li welatên endamên NATO û Yekîtiya Ewrûpayê dikin da ku piştgiriya xwe ya leşkerî, siyasî û aborî ya ji bo Tirkiyeyê qut bikin û nebin hevparê qirkirina Kurdan.
- Em dixwazin hevpîşeyên me yên li Yekîtiya Ewrûpa û cîhanê li hemberî şerê qirkirinê yê dewleta Tirk hesastir bin û tiştên li Kurdistanê diqewimin bi xurtî ragihînin raya giştî.
Xwe li şerê li dijî Kurdistanê kerr nekin
Cahit Mervan: Li vir me ne tenê helwêst nîşan da beramberî qirkirina bi destê dewleta Tirk, û hevkariya PDK’ê. Di heman demê de me xwest balê bibin ser bêdengiya ragihandin û çapemeniya navneteweyî beramberî şerê li Kurdistanê. Em ji ragihandina navneteweyê dixwazin, bila tişta li Kurdistanê diqewime bibînin, berê mîkrofon û kamerayên xwe bidin wir. Hovîtiyeke nedîtî heye. Bi dronên çekdarî xelkê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dikujin.
Selahettin Işildak: Li vir me nerazîbûnek nîşanî helwêsta ragihandina navneteweyî da, lewma ew beramberî êrişên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê bê deng in. Di bin siyas şerê Rûya û Ukraynayê de siyasetên Osmaniya Nû yên dewleta Tirk, hewl didin berê xwe fereh bikin. Em weke nûnerên ragihandina azad bala çapemeniya dinyayê dikişînin ser vê meseleyê.
Aysel Avesta: Em li Parlamena Ewrûpayê ne, da ku em berpirsiyariyên wan ên beramberî qirkirina li Kurdistanê bînin bîra hevpîşeyên xwe û tevahiya saziyên Ewrûpayê. Em ji hevpîşeyên xwe dixwazin ku hestiyar bin beramberê şerê qirkirinê yê li dijî Kurdistanê, şer, talan û qirkirina xwezayê ragihînin raya giştî ya Ewrûpayê.
Hayrettin Çelik: Di şer de herî dawî li dijî şervanên azadiyê sîlehên kîmyewî bi kar tînin. Li aliyekî mirovan bi komî dikuje, li aliyê din xwezaya Kurdistanê bombe dike. Ev barek e li ser milê rojnamevanan. Em ji bo bang li rojnamevanan hemûyan, lê nexasim jî yên navneteweyî bikin da ku hestiyartir bin, li vir in. Hem ji bo ku rojevê bişopînin û hem jî rojevê çêkin, em li vir in. Bila ji welatên lê ne pirsa karên xirab ên dewleta Tirk bikin. Lewma bi desteka van welatan, nexasim desteka dewletên Ewrûpayê, dewleta Tirk vî şerê qirêj dewam dike. Kurd razî ne ku rastî bê nivîsandin. Lê rastiyê jî nanivîsin û naxin rojeva raya giştî. Bi vê awayî dewleta Tirk bi rehetê êrişî Kurdan dike.