Êdî derabeyên xwe digrin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 13 Sibat 2024 - 00:30

Ev 10 sal in krîza mûçeyan li Herêma Kurdistanê berdewam e û ji bo çareserkirina wê ti gaveke cidî ji aliyê desthilatdaran ve nehatiye avêtin. Vê yekê bandor li hemû aliyên civakê kiriye, dikandar û bazirganên bazara Helebce ragihandin ku ji ber krîza darayî, bazara wan rawestiyaye û beşek ji wan bi temamî dest ji karê xwe berdane.

Felah Saleh ku ji salên 80’î ve li nav bazara Helebce karê dukandariyê dike got:“Min di dema xwe ya dukandariyê de, qasî niha bêzarî û bêkarîyek wiha nedîtibû. Sedema vê jî ev e ku hikûmet û desthilat mûçeyê mamosta û karmendan nade.”

Dukandarek din ê bazara Helebceyê Xebat Emîn destnîşan kir tevî ku kel û pelan erzan difiroşin û nirxê wan kêm dikin jî, lê kes tiştekê nakire.

Hoşyar Ebdulkerîm diyar kir ku mûçe gelekî dereng têne belavkirin, dema tê belavkirin jî bandorê li bazarê nake, ji ber ku piraniya mûçexwir mûçeyên xwe didin deynan:“Mixabin em li welatekî wiha de jiyan dikin ku di warê binerdî de deryaya neftê heye, lê rewşa xelkê wê pir xirab e. Ger planek hebûya wê rewşa bazar, kasibkar û welatiyan ne weke ya niha bûya.”

ROJENWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.