• Kampanya ji bo azadiya Ocalan: Tavilê divê destûr bê dayîn da ku rêberê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe û malbata xwe re hevdîtinê bike û axirî bê berdan di nava şert û mercên wiha de ku karibe di çareserkirina meseleya Kurd de bi rola xwe rabe.

Bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan, kampanyayeke nû ya navneteweyî doh hat destpêkirin. Platforma “Azadî ji Abdullah Ocalan re çareserî ji meseleya Kurd re” doh li qederê 30 welatan li bêhtirî 100 navendî daxuyanî dan, çalakî kirin û bi vî awayî ev kampanya û pêngav dan destpêkirin.

Gelên ji çar aliyên dinyayê tevî Kurdan ev daxwaza hevpar îfade kirin: Tavilê divê destûr bê dayîn ku Rêberê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe û malbata xwe re hevdîtinê bike, û axirî ji bo ku di çareserkirina meseleya Kurd de bi rola xwe rabe, bê berdan.

Kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî” tevgerên civakî, partiyên siyasî, şaredarî, sendîka, aktîvîst, rewşenbîr, hunermend û bi milyonan Kurd li seranserê dinyayê li dora armancekê gihandin hev. Kampanya di salvegera 25´an komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd de hat ragihandin.

Hat zanîn ku organîzatoran pîlan dikir ku bi rasthatina 74 saliya Rêber Abdullah Ocalan dixwest li 74 navendên li seranserê dinyayê hemwext kampanyayê ragihîne. Lê ji ber ku elaqeya ji bo kampanyayê zêde bû, hejmara navendên çalakiyan ji sedî bihurî. Li Fransa, Belçîka, Elmanya, Awusturya, Îtalya, Spanya, Swîsre, Swêd, Ingilîstan, Îrlanda, Holanda, Danîmarka, Norwêc, Qibris, Yewnanistan, li wî aliyê behr û okyanûsan li Awustralya, Arjantîn, Kolombiya, Ekwador, Kenya, Japonya, Hindistan, Bangladeş, Tîmora Rojhilat û Filipînan, li çar aliyê dinyayê daxuyanî hatin dayîn.

 

Ji bo çareseriyê Ocalan divê azad be

Li Strasbourga ku Parlamena Ewrûpayê, Konseya Ewrûpayê, CPT lê ne, daxuyeniyek bi beşdariya girseyî hat dayîn. Li paytext û navendên weke Berlîn, Bruksel, Parîs, Viyanayê, daxuyanî li parlamenên neteweyî, konsey, şaredarî, holên şanoyê û navendên bajaran daxuyanî hatin dayîn.
Dostên gelê Kurd pêşengî ji vê kampanyayê re dikin û doh seranserê rojî li deverên cihê daxuyanî hatin dayîn û çalakî hatin kirin. Parlamenter, nivîskar, hunermend, sendîka, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên jin û ciwanan, û derdorên cihê beşdarî van daxuyanî û çalakiyan bûn. Wan doza çareseriyeke adil û demokratîk ji bo meseleya Kurd a sedsalî û doza azadiya Ocaln kir. Wan got, ji bo çareseriyê divê Rêberê Kurd Abdullah Ocalan azad be.

Alternatîf ji bo krîzan
Di daxuyaniyê de hat gotin, ji ber ku çareseriya meseleya Kurd û çareseriyên Ocalan ji bo meseleya Kurd pêşniyaz dike, navneteweyî ne, wan kampanyayeke navneteweyî daye destpêkirin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Çarçoveya çareseriya siyasî ya ku Ocalan ji bo pirgirêka Kurd pêşniyazî Tirkiye û welatên cîranê wê kiriye, dibe ku dawiyê li şer û zilma sedsalî bîne. Teoriyên gerdûnî yên ku çarçoveya pêşniyazên wî yên çareseriyê pêk tînin, dibe ku bibin modelek ji mirovên li her dera dinyayê li alternatîfan digerin li hemberî krîzên mezin ên serdema me yên weke zêdebûna newekheviyê, guherîna avhewayê, heta bi xurtbûna otokratên rastgir ên ku ji hêvînemana ji sîstemê sûdê werdigirin.”

 

Ji tirsan tecrîd dike

Di daxuyaniyan de hat gotin, “Gava ku Ocalan azad bû da ku karibe beşdarî pêvajoyeke ji bo çareseriya meseleya Kurd bibe û hizrên xwe bi pê bixe, hingê encam wê ji bo me hemûyan bibe bêhtir azad û bêhtir aştî. Lê mixabin, lîderiya otorîter a li Tirkiyeyê bi vê dizane û ji vê senaryoyê pirr ditirse, û ji ber vê jî bi alîkariya civaka navneteweyî ji bo ku desthilata xwe biparêze û şerên xwe yên bêdawî dewam bike, ev bû nêzî 3 salan Ocalan tecrîd dike.”

 

Êşkenceya bi tecrîdê dewam dike

Înternasyonalîst û dostên Kurdan ên ku li seranserê dinyayê daxuyanî dan, bal birin ser êrişên bi armanca dagirkeriyê û zexta li muxalifan ên dewleta Tirk û got, pêdiviya gelên Rojhilat Navîn û dinyayê hemûyî, ji her demê zêdetir niha bi çarseriyeke siyasî heye. wan got, halê hazir gelek fikar tên kirin ji ewlehî û siheta Rêber Abdullah Ocalan û daxuyaniya xwe wiha dewam kir: “Tecrîd di warê navneteweyî de weke cureyekî êşkenceyê tê qebûlkirin. Dewama sê salan a vê êkenceyê pirr bi tehlûke ye. Em tenê bi wê dizanin ku bi îdîayên derew cezayên disîplînê li Ocalan tê birrîn û gefa kuştinê lê tê xwarin; wekî din em bi ti tiştî nizanin.”

 

Ev rewş wiha dewam nake

Di dawiyê de dostên Kurdan û înternasyonalîstan ev daxwaz kir: “Tavilê divê destûr bê dayîn da ku rêberê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe û malbata xwe re hevdîtinê bike û axirî bê berdan di nava şert û mercên wiha de ku karibe di çareserkirina meseleya Kurd de bi rola xwe rabe.”

NAVENDA NÛÇEYAN