Êdî dema azadiya Ocalan e
Pêncşem 26 Cotmeh 2023 - 00:25
SERKAN DEMÎREL / ANF / ROMA
Hiqûqnas Franco Danieli ku piştgiriyê dide kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re', bal bire ser girîngiya pêwîstiya mezinkirina kampanyayê.
Franco Danieli di navbera salên 1998-2000'î de dema Massimo D'Alema serokwezîr bû, her wiha di navbera salên 2006-2008'an de di dema hikumeta bi serokwezîrtiya Ramano Prodi de wezîfeya Alîkariya Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê kir. Danieli nerazîbûn nîşanî tecrîda girankirî ya dewleta Tirk a li ser Abdullah Ocalan da û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bang kir.
Hiqûqnas Franco Danieli ji ANF'ê re axivî, anî ziman ku tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye û got:"Tirkiye divê pîvanên demokratîk ên ji aliyê hiqûqa navneteweyî ya Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî qebûl bike ku bingeha civakên demokratîk e û mohra xwe li binî heye. Tirkiye pîvanên demokratîk ên bingehîn, mîna azadiya şexsî yan jî mafên misoger ên her şexsî qebûl nake. Weke ku di mînaka Abdullah Ocalan de tê dîtin, Tirkiye li gorî gelek peymanên navneteweyî tevnagere ku mohra xwe li binî heye."
Nabe ku Ocalan girtî bimîne
Franco Danieli got, "Şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê ku Abdullah Ocalan lê girtî ye, metirsîdar in" û wiha dewam kir, "Bi dîtina min, dem hatiye ku Abdullah Ocalan ji girtîgehê derkeve û azad bibe. Nabe ku êdî Abdullah Ocalan li girtîgehê bê hiştin."
Danieli işaret bi berpirsyariya Ewropayê ya ji aliyê dîlgirtin û tecrîdkirina Ocalan ve û got:"Di navbera mafên mirovan û berjewendiyên neteweyî de timî şerek heye. Ev rewş her tim bûye bingeha têkiliyên navbera dewletan. Têkiliyên berjewendiyan ên navbera dewletan dibin sedem ku gelek ji binpêkirinên mafên mirovan ên li wan welatan neyên dîtin. Yekîtiya Ewropa ji bo pêşî li pêla koçberan a ber bi Ewropayê ve bigire alîkariyê dide Erdogan. Tevî vê yekê binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê jî ji nedîtî ve tê. Bêdengiya li pêşberî şert û mercên ragirtina Ocalan jî ji ber vê têkiliya Yekîtiya Ewropayê ya bi Tirkiyeyê re ye."
Kampanyayê mezin bikin
Parêzer Franco Danieli diyar kir ku ew piştgiriyê dide kampanyaya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' û destnîşan kir ku divê kampanya hîn bêhtir bê mezinkirin û got:"Ji bo misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan bi salan e gelek entellektuelên girîng ên mîna Noam Chomsky di nava hewldanan de ne. Em piştgiriyê didin vê kampanyayê ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan destpê kir. Êdî dem hatiye ku Abdullah Ocalan azad bibe. Ji ber vê yekê bi dîtina min divê ji çar aliyên cîhanê dengên ji bo azadiya Abdullah Ocalan êdî bilind bibin."