Malbata Şenyaşar ji bo nobeta “edaletê” doh çû Amedê û serdana Partiya DEVA’yê û Baroya Amedê kir.
Nobeta “edaletê” ya Malbata Şenyaşar di roja 117’emîn de ye. Malbata Şenyaşar ku doh çû Amedê ewilî serdana Rêxistina Partiya DEVA’yê ya Amedê kir. Ferît Şenyaşar di serdana DEVA’yê de axivî û got: “Sê sal in em ji bom af û edaletê têdikoşin. Bi rêya darazê zilm berdewam dike. Qatilê bûyerê diyar in. Lê belê sê sal in doz nayê vekirin. Ji bo piştevaniyê em spasiya DEVA’yê dikin. Em ê doza xwe bidomînin.” Serokê DEVA’ya Amedê Cîhan Ulsen jî mekanîzmaya ku edaletê pêk nayîne rexne kir û got ew ê li dijî zilmê li cem mezlûman cih bigirin û piştevanê Malbata Şenyaşar bin.
‘Dizek û zilmkar in’
Dayik Emîne Şenyaşar jî got, bila lawê wê yê di zindanê de berdin û wiha peyivî: ‘’Malbata min qetil kirin. Zarokên wan li derve digerin lê zarokên min hatin kuştin. Gelo edalet ev e? Ew dizek in û li însanan zilmê dikin. Ez û vî lawê xwe tenê man. Em li her cihî digerin.”
Paşê çûn serdana Baroyê
Malbat paşê çû serdana Baroya Amedê. Emîne Şenyaşar li wir gava xeber dida hêsir bi çavên wê ket: “Em bi parçeyek kaxez li edaletê digerin. Xwîna zarokên min li nexweşxaneyê bû. Min hemû dît. Em edaletê dixwazin, êdî bes e ji vê zilmê re.”
‘Em li ba malbata xwe ne’
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî bi bîr xist ku ew doza malbatê ji nêz ve dişopînin û got: “Ev bûyer her kesî xemgîn dike. Gotin ji qirika meriv dernakeve. Em wek baroya Amedê li ba malbata xwe ne. Her parêzer ji bo vê dosyeyê xwedî hesasiyetekê ye. Heke hestê edaletê yê civakê neyê tatmînkirin, meriv nikare li wî welatî behsa edaletê bike. Di şexsê Malbata Şenyaşar de heke faîl neyên cezakirin, wê baweriya xelkê ya ji bo darazê heye jî bişkê. Ev pirsgirêka bêcezakirinê her ku diçe kûrtir dibe. Em behsa kuştina sê kesan dikin lê hêj qedexe li ser dosyeyê heye. Dosyeyê ji malbat û parêzeran direvînin. Em ê heta dawiyê şopdarê dozê bin. Em soz didin ku em ê li cem malbatê bin.”
MA/AMED