Êdî bes e!

Pêncşem 18 Mijdar 2021 - 23:31

  • Barones Blower: Heger tê xwestin ku elaqedarî Tirkiyeyê gavên erênîtir bên avêtin, divê pozîsyona PKK'ê [di lîsteyê de] bê guhertin, û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi partiyan hemûyan re hevdîtin bên kirin. Li navenda van hemûyan şert e ku Abdullah Ocalan hebe; êdî dema azadiyê hatiye.

EREM KANSOY / LONDON

Kampanyaya Aştî li Kurdistanê bi nameyeke Barones Blower û endama Kamaraya Lordan a Parlamane Ingilîstanê Christine Blower, ji Wezareta Karên Derve ya Ingilîstanê xwest ku rewşa PKK'ê di "lîsteya rêxistinên terorîst" de ji nû ve binirxîne. Wê got, heta PKK li ser lîsteyê be maneya hewldanên aştiyê nîne, û îşaret bi rola Ocalan jî kir û got, "Şert e ku li navenda hewldanan Abdullah Ocalan hebe."  

Kampanyaya Aştî li Kurdistanê (Peace in Kurdistan) ji Wezareta Karên Derve ya Ingilîz re nameyeke vekirî şand û xwest PKK ji "lîsteya rêxistinên terorîst" bê derxistin. Di nameyê de nexasim jî îşaret bi rapora APPG'ê (Koma Parlamenê a Partiyan Hemûyan a ji bo Kurdistan, Tirkiye û Sûriyê) hat kirin. Ji berdevkên Kampanyaya Aştî li Kurdistanê Melanie Gingell jî di amadekirina nameyê de bi rola sereke rabû. 

Wextê hevdînên aştiyê ye

Name li ser navê Christine Blower, endama Kameraya Lordan a Parlamena Brîtanyayê hatiye şandin. Ew di heman demê de endama APPG'yê û ji endamên damezrêner ên Kampanyaya Aştî li Kurdistanê ye jî. Ew di nameyê de dibêje, "Êdî wext e ku hevdîtinên ji bo aştiyê pêk bên."

Ew nameyê ji bilî wezîr, ji "wezîrê sîhê" yê Partiya Karkeran re jî dişîne. Ew pêşniyaz dike ku "Hebûna PKK’ê li ser lîsteya rêxistinên terorê, ji nû ve bê nirxandin". Ew biryara Dadgeha Bilind a Brukselê ya li ser PKK'ê bi bîr dixe û dibêje, "Ev biryar dibêje, PKK ne rêxistineke terorîst e. Em jî bawer dikin ku êdî wext e ku hevdîtin ji bo aştiyê bên kirin û êdî bivênevê pirsgirêka Kurd wê aştiyane çareser bibe."  

Divê Ocalan hebe

Di nameya de rola Ocalan a di hevdîtinên 2013 ta 2015'an de hat bibîrxistin û hat gotin, "Heger tê xwestin ku elaqedarî Tirkiyeyê gavên erênîtir bên avêtin, divê pozîsyona PKK'ê [di lîsteyê de] bê guhertin, û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi partiyan hemûyan re hevdîtin bên kirin. Li navenda van hemûyan şert e ku Abdullah Ocalan hebe; êdî dema azadiyê hatiye, malîava.” 

Endama Kamaraya Lordan û endama APPG'ê Barones Christine Blower li ser mijarê ji me re jî got, “Heger wê pêvajoyeke aştiyê ya manedar bibe, hingê lazim e dewletên Ewrûpî bibin xwedî helwêst û rewşa di lîsteyê [ya terorê] de ji nû ve binirxînin, di nameyê de ev peyam hat dayîn." 

Heyatî ye ku PKK ji lîsteyê bê derxistin

Parêzera Mafên Mirovan û ji berdevkên Kampanyaya Aştî li Kurdistanê Melanie Gingell jî li ser nameyê got, “[Piştî rapora APPG'ê] Rêveberê APPG'ê Lloyd Russel Moyle di rûniştina li parlamenê de ji Wezareta Karên Hundir û Dayreya Geşedanê xwest rewşa PKK'ê ya di lîsteya rêxistinên terorîst de ji nû ve binirxîne. Moyle esas ji bo vê biryara Dadgeha Bilind a Brukselê kir palpişt. Dadgeha Belçîkî got, PKK ne rêxistineke terorîst e, lê aliyekî şer e.”   

Gingell îşaret bi zextên dewleta Tirk kir ya ku bi zorê dixwaze PKK di lîsteyê de be û wiha dewam kir: "Eşkere xuya dike ku tevahiya hincetên PKK'ê dixin lîsteyê ji ber zexta dewleta Tirk e û ev hincet şaş in. Yanî di warê qanûnî de ti hinceta ku mirov bi rastî rahêjiyê nîne. Kampanyaya Aştî li Kurdistanê jî ji ber vê ji mêj e em li ser vê yekê dixebitin. Di rewşekê de ku PKK'yî bên girtin, ne mumkin e hûn hevdîtinên ji bo aştiyê bikin. Ji ber wê yekê heyatî ye ku PKK ji lîsteyê bê derxistin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.