Edhem Barzanî tehlûke dîtiye

Çarşem 2 Hezîran 2021 - 03:20

Edhem Barzanî bal bire ser metirsiya êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên li dijî Başûrê Kurdistanê û got, “Heger herêma Kurdistanê ji bo rawestandina êrişan tiştekî neke, dibe ku herêma Kurdistanê ji dest biçe.” 

Endamê berê yê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Edhem Barzanî van çend rojên dawiyê li ser hev balê dikişîne ser êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û talankirina xweza û daristanên Başûrê Kurdistanê. Barzanî ji ANF’ê re qala metirsî û dagirkeriya Tirk a li ser rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir.

Barzanî li ser îdîayên dewleta Tirk êrişê dibe ser PKK´ê got, "Ya niha tê kirin, Tirkiye cihên stratejîk û bilindahiya çiyayên Kurdisatanê dagir dike. Ev metirsî ye. Cara yekem e dibêjim, her hêzek û aliyek heger cihên bilind bixe destê xwe û kontrol bike, dikare desthilatê li ser hemû herêmên mîna Dihok, Hewlêr, Kerkûk, Mûsil û heta Tirkrîtê jî bike. Ji bo wê ye, heger Tirkiye li van herêmên bilind û stratejîk bi cih bibe, ew ê van deverên bi nvaê wan hilda, dagir bike.”

Armanca Tirkiyeyê dagirkirin e

Edhem Barzanî diyar kir ku her cihê Tirkiye diçe û rê çêdike, elektirîkê dibiyê û avê dikişînyê û wiha domand: “Ev dagirkerî ye. Desteyên Parlamena Herêma Kurdistanê çûne wan cihan û rapora xwe amade kirin û bal kişandin ser kirinên leşkerên Tirk, û gotin ew ji bo dagirkirinê ye.”

Edhem Barzanî dibêje, delweta Tirk dixwaze beriya lêbûna Peymana Lozanê biqede, deverê dagir bike: “Peyman sala 2023’an dawî dibe. Li gorî peymanê ku berî sed salan hatiye îmzekirin Tirkiye neçar mabû ku bê şer Mûsil radestî Iraqê bike. Lê ji wê rojê heta îro, Tirkiye tim di nava hewldanan de ye da ku parêzgeha Mûsilê bike parçeyek ji xaka Tirkiyê. Li gorî ezmûn û tecrûbeyên xwe yên siyasî 2 sal mane ji bo bidawîbûna peymanê. Heger hêzeke mezin hatiye, ev bi temamî dest danîna ser xaka Başûrê Kurdistanê ye.”

Dibe ku hin navçe ji dest biçin

Edhem Barzanî dîsa bang li serokê Hikûmet, Parlamen û Herêmê, bang li Yekîtiya Ewrûpayê û Komkara Erebî kir û xwest li ber vê rabin û hestiyar bin.

Barzanî bal kişand ser wê yekê ku her cihê leşkerên Tirk biçinê, jê dernakevin û xwe lê bicih dikin. Behsa mînakên Qibris û Sûriyê kir: “Erkê hemû hîzbên siyasî û rêveberên siyasî, dîsa erkê hemû ferdên bi şeref ên Kurdistanê ye ku li hember vê rewşê baldar bin li asta êrişên niha. Li gorî min êriş wê berfirehtir bibin, dibe hinek navçe ji destê Herêma Kurdistanê jî derkevin. Ji bo wê ye, zû têkildarî vê mijarê kar divê bê kirin, ji ber ku her direngtir bikeve, girantir dibe û ji dest derdikeve.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.