Li Silêmaniyê siyasetmedarê Kurd ê pismamê Mesûd Barzanî, Ehmed Barzanî pêr li gel Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Cefer Şêx Mistefa hevdîtin kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandina Bafil Talebanî, di hevdîtinê de rewşa  siyasî, pêngavên dawî yên pêkanîna hikûmetê û hewlên niştimanî yên ji bo parastina mafên neteweyî û destûrî yên gelê Kurd hatine nirxandin.

Li gorî daxuyaniyê, Edhem Barzanî diyar kiriye ku ku dixwaze li Silêmanî baregehekî veke û karûbarên xwe berdewam bike.

Serokê YNK’ê, daxwaza Edhem Barzanî erenî nirxandiniye û wiha bersiv daye: “Em piştgiriya vê pêngava nû dikin û Silêmanî bajarê hemû deng û rengên cûda ye. Bi berdewamî di dîrokê de Silêmanî dergûşa hizrên siyasî yên cûda bû ye.”

 

PDK’ê nehiştibû bikeve Hewlêrê

Hêjayî gotinê ye siyasetmedar Edhem Barzanî yê ku ji berî niha çûbû serdana Îranê û xwest di 8’ê Tîrmeha 2022’yan de vegere Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate astengkirin û rê nehat dayîn ku Barzanî derbasî Hewlêrê bibe.

ROJNEWS/SILÊMANÎ