Edalet wan gelekî aciz dike
Çarşem 31 Tebax 2022 - 21:15
- Derbarê Emîne Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê di roja 542´yan de didomîne, cara 15’an bi îdiaya “heqaret kiriye” lêpirsîn hat destpêkirin.
Derbarê Emîne Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê di roja 542´yan de didomîne, cara 15’an bi îdiaya “heqaret kiriye” lêpirsîn hat destpêkirin.
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê û lawê wê Ferît Şenyaşar, ji bo 3 ferdên malbata wan ên di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hatibûn qetilkirin, dewam dike. Malbat ji bo edalet pêk were, ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê, Nobedê digire. Nobed îro di roja 542’an de dewam dike.
Lê belê dewleta Tirk a dagirker ji nobetê jî ji dioza edaletê jî aciz e. Ji ber wê, li dijî Emîne Şenyaşarê bi îdiaya di roja 529’an a nobetê de “heqaret kiriye” lêpirsîneke din hat destpêkirin. Ji ber lêpirsînê, malbat doh serê sibehê tevî parêzerên xwe, çû Midûriyeta Polêsan a Pirsûsê û careke din îfade da. Emîne Şenyaşarê li Midûriyeta Polêsan mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî.
Ji parêzerên malbatê Nîhat Çîftçî diyar kir ku lêpirsîn ji bo reşkirin û qirêjkirina Nobeda Edaletê, hatiye destpêkirin û lêpirsîneke bêqaîde ye.
Malbat piştre çû ber Edliyeya Rihayê û li wir wê nobeta xwe dewam kir.
Beriya niha jî 14 lêpirsîn li dijî Emîne Şeyaşar hatibûn destpêkirin. 5 lêpirsîn jî li dijî lawê wê Ferît Şenyaşar hatine destpêkirin.
RIHA