Edaleta 'Dîwanê' jî nebû
Pêncşem 15 Kanûn 2022 - 01:54
- Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê bi biryara xwe ya doh di lîsteya “Rêxistinên Terorê” de bicihkirina PKK'ê weke karê Ingilistanê bi nav kir û got, bi serê wê neketiye.
REWŞAN DENÎZ/FRANKFURT
Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê, rabûna li ber “lîsteya rêxistinên terorîst” a salên 2020-2021'ê ya PKK'ê red kir. endamê Maf-Dad'ê Mahmut Şakar da zanîn ku ew ê li ber biryarê rabin û dozê bibin dadgeheke bilindtir.
Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewrûpayê, li Luksemburgê biryara xwe ya li ser doza PKK'ê li dijî lîsteya rêxistinên terorîst a Komîsyona Ewrûpayê eşkere kir. Rûniştina dozê di 22'yê Hezîranê de hatibû kirin. Mehkemeyê di biryara xwe de îdîa kir ku “Tevî ku îdîayên [PKK'ê] yên li ser ferza nîşandana hincetan û binpêkirina mafên parastinê û parastina hiqûqî ya bi tesîr [bi destê Komîsyona Ewrûpoyê] qismî rast û heq jî bin, ev rê li ber betalkirina dozê venake.”
Dadgehê îtîraza PKK'ê ya li lîsteyê wiha red kir û dîsa biryar da ku alî mesrefên xwe yên mehkemê bi xwe bidin. Di biryara heman dadgehê ya li ser lîsteyên Yekîtiya Ewrûpayê yên ji 2014'an heta bi 2020'an de ya 30'ê Mijdarê de jî dadgehê lîsteya 2014'an betal kir, lê biryarên paşê yên bi heman hincetê betal nekirin.
Ne karê me yê wan e!
Li ser biryarê em bi endamê Maf-Dad'ê Mahmut Şakar re peyivîn. Ew dibêje, “Ev pêvajoyên ji 2014'an heta roja me ya îro weke 3 dosya li ber Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê bûn. Biryar 30'ê Mijdarê û îro (14'ê Kanûnê; doh) hatin eşkerekirin. Lê Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê dadgeheke ji du qonaxan e û mafê me yê liberrabûnê heye. Em ê 20'ê Kanûnê bicivin, biryarê binirxînin û binihêrin ka em ê çawa li ber biryarê rabin.”
Mahmut Çakar dibêje, biryara 14'ê Kanûnê dewama biryara 30'ê Mijdarê ye û wiha pêde diçe: “bi biryara îro re miracaeta sala 2021'ê jî hat redkirin. Mentiqê sereke yê her du biryaran jî wiha ye: 'li gorî qanûnên me di navbera xistina lîstê û nûkirina lîsteyê de cihêtî heye. Di nimûneya me de rêxistineke ser bi Konseya Yekîtiya Ewrûpayê yanî Wezareta Karê Hundir a Ingilêistanê sala 2001'ê PKK xist lîsteyê. Dadgeh vê biryara Ingilistanê ya ji bo bicihkirina di lîsteyê de kafî dibîne.”
Mahmut Şakar dibêje, bi vî awayî Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê dibêje, “serê me ji naveroka dozê naêşe. Ev karê lîsteya saziya neteweyî ye, ya ku PKK kiriye lîsteyê.”
Şakar dibêje, piştî vê jî dirêjkirina bicihkirina di lîsteyê ji berpirsiyariyên Konseya Yekîtiya Ewrûpayê ye, û dadgeh dibêje, konseyê li gorî rewşa şer a heyî, lîste nû kiriye. Yanî Dîwana Edaletê li gorî Şakar dibêje, “Li vir ti berpirsiyariya Konseya Ewrûpayê nîne, û ne muxatebê vê mijarê ye.”
PKK wê li ber biryarê rabe
Mahmut Şakar berferehbûna biryaran û stratejiya beramberî biryaran jî wiha nirxand: “Her du biryar jî gelekî berfereh bûn. Aliyên dişibin hev û yên cihê yên biryaran hene. Em ê van rojan argumanên di biryarên dadgehê de binirxînin. Weke Maf-Dad'ê 20'ê Kanûnê em ê bi parêzerên dozê re bicivin. Em diyar bikin, ka em ê bi kîjan stratejî û argumanan biçin dadgeha temyîzê.”
Mahmut Şakar ji bo biryara berê ya betalkirina lîsteyên ji 2014'an heta 2018'an bi bîr xist û got, “Gelek argumanên elaqedarî çarenûsa miletê Kurd di metnên dadgehê de hatin îafdekirin, ev gelekî muhim e. Têkoşîna me ya hiqûqî dewam dike. Em ê bi stratejiyeke mayindekirina destketiyên hiqûqî têkoşînê dewam bikin.”