- Malbata Şenyaşar di cejna Remezanê de jî nobeta xwe dewam dike. Malbatê di roja cejnê ya pêşî de li cihê nobetê got, “Heta ku edalet pêk were, em ê li ber avahiya edliyeyê bin.”
Malbata Şenyaşar di cejna Remezanê de jî nobeta xwe dewam dike. Malbatê di roja cejnê ya pêşî de li cihê nobetê got, “Heta ku edalet pêk were, em ê li ber avahiya edliyeyê bin.”
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsa Rihayê kirin.
Di encama êrişê de hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Emîne û Ferît Şenyaşar ji bo girtina kujeran û dadgerhkirina wan, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. Çalakiya malbatê di roja pêşî ya Cejna Remezanê de jî dewam kir.
Ferît Şenyaşar got, ew di meha Remezanê de jî li ber edliyeyê ne û got, “Di roja pêşî ya Cejna Remezanê de jî em li ber edliyeyê ne û em têkoşîna xwe didomînin. Qaşo doza me li dadgehê ye, lê hikûmet û serokkomar li gorî gotinên parlamenterên xwe diçin û malbata me dadgeh dikin. Em ê têkoşîna xwe ya heq, hiqûq û edaletê bidomînin. Li vir 4 malbat mexdûr bûne. Neviyên sêwî yên malbatê jî li ber edliyeyê ne.”
Emîne Şenyaşar got, ew li bendê bû vê cejnê kurê wê were berdan û got, “Her kes dizane ku sûcê kurê min tine. Bila kurê min berdin. Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim. Heta ku edalet were, ez ê li vir bim.”
Malbatê piştre cejna kesên hatibûn serdana wan pîroz kir.
RIHA