Ecêbên li peravan xistî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 28 Kanûn 2021 - 22:27

  • Di nava sala bihurî de gelek afirîdên deryayê li peravan xistin.

Di nava sala bihurî de gelek afirîdên deryayê li peravan xistin. Me didu ji wan neqandin. 

Masiyê Heyvê yê şahî

Ev masiyê cûreyê opah ku weke masiyê heyvê jî tê nasîn li gorî cûreyê xwe dêwek e: tam 45 kîlo ye. Dirêjahiya wî jî metroyek e. Li perava Oregon a Emerîkayê, vî masiyî Tîrmeha bihurî xelk ecêb mayî hiştin. Li gorî lêkoleran, ev masiyê ji mala xwe dûr, ji ber germbûna ava behrê ber bi bakur ve çûye.

Masî di xefka pişemasî de

Masiyekî ku di bin pişemasiyekî de asê mayî, Tebaxa bihurî li peravên Cornwall ên Ingilîstanê xist. Esas pişemasî ev masî xistiye zikê xwe, lê beriya ku karibe wî hezm bike, li peravê xistiye. Muhtemelen gava ku tehlûke hîs kiriye, masî hewldaye xwe di nava terîşên jehrî yên pişemasî de veşêre.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.