Dusseldorfê dewir girt
Şemî 8 Hezîran 2024 - 01:05
25’ê Hezîrana 2012’an li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çalakiya Nobeta Azadiyê hate destpêkirin. Nobet di hefteya 623’yan de didome.
Her hefteyê komên Kurd û dostên wan nobetê dewr digirin. Di hefteya nû de koma ku ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dusseldorfê ya Elmanyayê hatî, nobet dewir girtin. Huseyîn Aydin, Senar Kûtlû, Mazlûm Amed û Cemal Xelîl di komê de cih digirin. Koma nû ya çalakiyê ev daxuyanî da:“Ev ne tenê çalakiyek e, ev di heman demê de dadgehek e. Em 12 sal in li Ewropayê dewleta Tirk û saziyên Ewropayê yên ku hevkarê sûcên wê ne, didarizînin.”
ANF/STRASBOURG