Du şehîdên operasyona Holê
În 9 Îlon 2022 - 21:21
- QSD`ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên ku pêr li Kampa Holê di encama şerê bi şaneyên DAIŞ‛ê re şehîd bûn, eşkere kir.
QSD`ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên ku pêr li Kampa Holê di encama şerê bi şaneyên DAIŞ‛ê re şehîd bûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya QSD`ê got: "Hêzên me di qonaxa duyemîn a pêngava Mirovî û Ewlehiyê de ku 25`ê Tebaxa derbasbûyî ji bo misogerkirina ewlehiya Kampa Holê û têkbirina şaneyên rêxistina terorîst hate ragihandin, bi roleke mezin rabûn, terorîst girtin, xendekên bi kar dianîn, dîtin û gelek cebilxane û çek kontrol kirin.
Doh (pêr) bi şev jî dema komeke terorîst hewl da ji kampê bireve, hêzên me li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn dor li wan girt, terorîstan gule reşand û şer qewimî, terorîstek hate kuştin û 6 jî hatin girtin.
Di heman demê de 2 şervanên me Raxib Samir Berxeş (Cesûr Xebat) û Ehmed Ebas El Mitêran (Udey Cinêdiye) şehîd bûn.
Şehîd "Cesûr Xebat" di gelek eniyan de li dijî rêxistina DAIŞ`ê û dagirkeriya Tirk şer kir û ti carî di pêkanîna erka xwe de dudilî nebû.
Şervan "Udey Cinêdiye" jî di eniyan hemûyan de li ber xwe da, moral û hêviyên hevalên xwe xurt dikirin.
Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan û gelê xwe hemûyî re dixwazin û soza xwe ya li hember şehîdên xwe nû dikin ku tola wan hilînin.”
Şehîdên QSD´ê ev in:
- Cesûr Xebat (Raxib Samir Berxeş), kurê Asya û Samir, ê sala 1999´an li Dêrazorê ji dayik bûye, 8`ê Îlona 2022´yan li Kampa Holê şehîd bû.
- Udey Cinêdiye (Ehmed Ebas Mitêran) kurê Enûd Dendel û Ebas, ê sala 1997´an ji dayik bûye, 8`ê Îlona 2022´yan li Kampa Holê şehîd bû.
NAVENDA NÛÇEYAN