• HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku par li Avaşînê şehîd bûn, eşkere kir û got, “Em soza xwe dubare dikin, ku em ê têkoşîna şehîdên xwe yên leheng bi ser bixînin.”

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku par li Avaşînê şehîd bûn, eşkere kir û got, “Em soza xwe dubare dikin, ku em ê têkoşîna şehîdên xwe yên leheng bi ser bixînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “26’ê Adara 2021’ê di êrişên artêşa Tirk a dagirker yên li dijî herêma Avaşînê de hevrêyên me Serhed û Egîd şehîd bûn. Ev hevrêyên me bi sekna xwe ya milîtaniya Apoyî bûn mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re, ew bûn çavkaniya sûdwergirtinê ji berxwedana li Avaşîn, Zap û Metînayê, veguherîn xeta berxwedanê. Em jî di salvegera şehadeta wan de, van hevrêyên xwe careke din bi bîr tînin û soz didin wan ku îdîa û biryardariya wan di sala nû ya têkoşînê de ji xwe re bikin mînak.”

HPG´ê got Serhed Tolhildan sala 2013’an tevlî nava refên gerîla bûye.  HPG´ê ji bo şehîd Egîd Gabar jî got,  hevrêyê wan Egîd li hemberî êrişên qirker û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi destê çeteyan li dijî Şoreşa Rojava, bêdeng nema, tevlî nava refên gerîla bûye. 

- Serhed Tolhildan (Nîhat Eset) ê li Amûdê ji dayik bûye, kurê Dara û Hamdî, 26’ê Adara 2021´ê li Avaşînê şehîd bû.

- Egîd Gabar (Îlyas Îlhan) ê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Ayşe û Abdulkadîr, 26’ê Adara 2021´ê li Avaşînê şehîd bû.

BEHDÎNAN