Du rûken û fedaî şehîd bûn

Çarşem 17 Gulan 2023 - 01:20

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Mêrdîn û Zapê şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Ligel ku tevgera me li gorî biryara çalakînekirinê dabû û hêzên me yên gerîla li gorî vê biryarê tevdigeriyan, êrişên dewleta Tirk a dagirker nesekiniye û êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kiriye. Artêşa Tirk a dagirker di 21’ê Nîsana 2023’yan de li rojavayê Zapê êrişek kir û di vê êrişê de hevrêya me Viyan Ozgur şehîd bû. Hevrê Vîyan milîtaneke pêşeng a YJA Starê bû, bi tevlêbûna xwe ya li ser xeta fedaîbûnê û bi dilsoziya bi Rêber Apo û xeta şehîdan re ji bo hevrêyên xwe bûye mînak.

Em sersaxiyê ji malbata wê ya hêja, ji tevahiya gelê xwe yê cefakar ê Mexmûrê, ji eşîra Spêrtî û ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Roja 13’ê Gulanê 2023’yan me di daxuyaniya xwe de eşkere kiribû ku li Bagoka Mêrdînê 2’ê Gulana 2023’yan di navbera dijmin û hêzên me de şer qewimiye û hevrêyê me Bahoz Çiya di şer de şehîd bûye. Hevrêyê me Bahoz bi cesaret û biryardariyeke mezin li ber êrişên dijmin rabû û heta xwîn di laşê wî de geriya, şer kir û şehîd bû. Nûneriya xeta berxwedanê ya Partiya me kir û bû nemir.

Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêyê me Bahoz û ji gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û em careke din soz didin ku bibîranîna wî di têkoşîna xwe de zindî bikin.”

HPG´ê ji bo şehîdan got, “Malbata hêja ya hevrêya me Viyan Ozgur xwedî rêûresma qedîm a welatparêziya Botanê bû. Hevala me Viyan di nav malbateke wisa de li Mexmûrê ji dayik bûye û ji zarokatiya xwe ve partiya me nas kiriye. Ji ber ku xwişkeke wê jî di nav têkoşîna azadiyê de hê jî têdikoşe, vê bandor li hevala me Viyan jî kiriye û dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî gelê me kir, wê jî wekî jineke Kurd ji bo berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me pêk bîne, biryar da ku tevlî nav refên gerîlayan bibe.

Di nav xebatên Hêzên Taybet ên ku berpirsyarî, baldarî, bawerî û însiyatîfeke bilind hewce dike de cih girt û ev xebat bi awayekî serkeftî xist pratîkê. Hevrêya me Viyan bi afirandina ruhê fedayî yê Apoyî bi pêkanîna erka şer xwest tola şehîdan hilîne. Li ser vê bingehê çû rojavayê Zapê, li wir tevî sedan hevrêyên xwe, şer kir û têkoşiya. Hevrê Viyan di êrişa dijmin de şehîd bû û ew ê her dem pêşengtiyê ji me re bike.

Hevrêyê me Bahoz Çiya weke zarokekî xelkê wêrek li Qelqeliyê ji dayik bûye. Hîna piçûk bû partiya me nas kir û tevlîbûna gerîla weke xwesteka xwe ya herî mezin diyar kir. Li dijî êrişên dijmin hemûyan weke ciwanekî Kurd bawer kir ku divê gelê me parastina xwe bike û sala 2014’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî.

Hevrêyê me wke şervanên nû li Avaşînê perwerdeya bû. Hevrêyê me Bahoz piştî qederê 2 salan li Avaşînê gerîlatî kir, bû pispor. Xwe neda paş û bi tevlîbûneke fedayî çûye ser dijmin û di gelek çalakiyan de bi roleke girîng rabû. Sala 2016’an di êrişa dijmin a bi ser qada Avaşînê de bi giranî birîndar bû. Piştî pêvajoya dermanbûnê, vegeriye ser wezîfeya xwe. Li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerdeya îdeolojîk û fermandariyê dît. Hevrêyê me Bahoz çû Bakurê Kurdistanê û li Mêrdînê têkoşîn meşand. Li vir jî di operasyonên dijmin ên ji 27’ê Nîsanê 2023’yan ve yên bi armanca îmhayê de derb li hêzên dijmin xistin û wezîfeyên xwe yên dîrokî serketî pêk anîn û şehîd bû.”

Nasnameya herdu şehîdan weke li jêr hat eşkerekirin:

Viyan Ozgur (Serkeftin Demîr) a li Mexmûrê ji dayik bûye, keça Xatûn û Sedîq, 21’ê Nîsana 2023’yan li Zapê şehîd bû.

Bahoz Çiya (Erdal Marangoz) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Saliha û Zemîrhan, 2’ê Gulana 2023’yan li Mêrdînê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.