Du Hizbên Demokrata Kurdistanê bûn yek
Duşem 22 Tebax 2022 - 22:30
- Her du hizbên Demokrat yên Rojhilatê Kurdistanê, HDK-Î û Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) bi merasîmeke hevbeş yekîtiya xwe ragihandin.
Her du hizbên Demokrat yên Rojhilatê Kurdistanê, HDK-Î û Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) bi merasîmeke hevbeş yekîtiya xwe ragihandin.
Li ser navê her du hizban daxuyaniyek hate dayîn: “Em bi kêfxweşî radigihînin di encama gotubêja navbera Rêberên Hizba Demokrat a Kurdistan a Îran û Hizba Demokrat ya Kurdistanê em gihîştine encama yekgirtina hizbên xwe. Îro em dawî li têkoşîna cudahî tînin û her du partî bi hevre xebata xwe didomînin. Yekîtiya partiyên demokrat, dibe destpêka qonaxeke nû ya xebata vê partiyê.”
Her du hizb bi navê Hizba Demokrata Kurdistanê ya Îranê wê kar bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN