Du dengên nemir ên Behdînanî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 30 Çile 2023 - 05:15

  • Eyaz Yûsif û Erdewan Zaxoyî beriya bi 37 salan hatin qetilkirin, bi stranên xwe û bi têkoşîna ji bo azadiyê ya gelê Kurd li herêma Behdînanê bûn du dengên nayên jibîrkirin û cihê xwe di dîroka Kurdistanê de girtin. Mêhtingeran ji aliyê fîzîkî ve ew ji gelê Kurd qut kiribin jî mîrateyek ji nifşên peyxwe yên Kurdistanê re hiştin.

ROJBÎN JAN/ANF/BERLÎN

 

Erdewan Zaxoyî bi gotina “Kurdistan barê giran Kurdistan, derdê dilan Kurdistan”, Eyaz Yûsif jî bi gotina "Eger dinya hemî gul bin, gulek bi tinê besî min e" li çar parçeyên Kurdistanê mîrateyek ji nifşên pey xwe re hiştin.

Erdewan Elî ku bi navê xwe yê hunermendî Erdewan Zaxoyî tê naskirin, sala 1957'an li nav malbateke xizan ji dayik bû. Erdewan Zaxoyî ji ber zor û zehmetiyên madî yên malbata xwe nekarî xwendina xwe temam bike. Di zarokatiyê de dest bi muzîkê kir. Bi ciwantiya xwe re di sala 1970’yî de bû assolîstê koma muzîkê 'Newroz’ê ku li Zaxoyê dihate naskirin. Sala 1978'an dema ku 21 salî bû, kaseta xwe ya destpêkê ya muzîkê weşand. Berê xwe da Bexdayê û li paytexta Iraqê, bû yek ji awazên bedew ên Kurd ê di radyoyê de hate bihîstin.

 

Li Radyoya Bexdayê dengên Kurdî

Sala 1958'an li Iraqê piştî ku monarşî hilweşiya, rejîma nû ji bo bandorê li Kurdan bike di radyoya Bexdayê de cih da weşanên Kurdî. Weşana bi Kurdî çiqasî di bin bandora giran a neteweperestiya Beesê de hate kirin jî vê radyoyê ji bo ku hunerê Başûrê Kurdistanê bigihîje her malê, firsendeke mezin afirandibû.

Piştre awazên hunermendên Kurd ên ji hemû parçeyan, wê di radyoya Bexdayê de bihatana bihîstin. Radyo piştî sala 1980’yî weşana wê ya rojane bû 2 saet û 45 deqîqe. M. Arîfê Cizrawî, Îsa Berwarî, Eyşe Şan û Mihemed Şêxo wê hingî bibûna awazên sereke yên vê radyoyê.

Ji bilî Erdewan Zaxoyî, dawiya salên 1970’yî hunermendekî din ê Zaxoyî wê berê xwe bida Bexdayê: Eyaz Yûsif (Zaxoyî).

 

Koma ‘Ciwanên Dihokê’ ava dike

Yûsif Zaxoyî ku navê xwe Eyaz Yûsif Ehmed e, di sala 1961'ê de ji dayik bû, piştî perwerdeya xwe ya li dibistanên seretayî û navîn, çû dibistana leşkerî ya artêşa Iraqê û xwe gihand payeya efsertiyê. Di beşa duyemîn a salên 1970’yî de ku tevgera azadiyê ya li Başûrê Kurdistanê derbên giran xwarin, Eyaz Yûsif li şûna ku li nava artêşa Iraqê leşker be, kete nava lêgerînê ku muzîkê bike û sala 1977'an koma muzîkê ya bi navê "Ciwanên Dihokê" ava kir. Ew bi xwe assolîstê wê bû, li Başûrê Kurdistanê û tevahiya Iraqê bû yekemîn.

 

Dibe pêşmerge

Eyaz Yûsif ku li radyoya Bexdayê bi Erdewan Zaxoyî re di heman demê de xebitî, stran got, kaseta xwe ya destpêkê sala 1982’yan bi navê “Min dît cara ewilî" weşand. Ev dengbêjê ciwan di temenê xwe yê 21 salî de bi meqam û şêweyê hunerê xwe di demeke kurt li tevahiya Kurdistanê deng veda. Sala ku dengê Eyaz Yûsif li radyoya Bexdayê û kasetfiroşan bilind dibû, Erdewan Zaxoyî li hemberî zextên rejîma Iraqê biryar da ku tevlî nava refên pêşmergeyan bibe.

 

Ji neçarî demekê li Cizîrê dimîne

Nîvê destpêkê yê salên 1980'yî ew pêvajo bû ku di navbera hêzên ji bo azadiya Başûrê Kurdistanê û artêşa Iraqê de şerekî giran diqewimî. Yek ji pêşmergeyên ku hingî xwe vekişandin Rojhilatê Kurdistanê Erdewan Zaxoyî bû. Erdewan Zaxoyî ji aliyê hêzên Îranê ve hate girtin. Piştî ku çend mehan li girtîgehê hate hiştin, dema hate berdan berê xwe da Bakurê Kurdistanê, çû Cizîrê. Li gorî hin çavkaniyan, ji ber ku metirsî hebû li Başûrê Kurdistanê bê girtin, neçar ma ku demekê li Cizîrê bimîne.

 

Kasetekê ji Koma Berxwedan re dişîne

Erdewan Zaxoyî di salên 1980’yî de ku li sê parçeyên Kurdistanên diçû û dihat, kadro û milîtanên PKK'ê nas kirin. Kete bin bandora PKK'iyan ku hingî baş nedihatin naskirin û weke 'Şoreşgerên Kurdistanê' dihatin binavkirin. Di kaseteke xwe de bi gotina “Ji çeperên Zaxoyê, silav ji şoreşgerên Kurdistanê re” xîtabî wan kir. Erdewan Zaxoyî ev kaset di destpêka salên 1980’yî de ji hunermendên Koma Berxwedan re şand a ku destpêka salên 1980'î li Ewrûpayê ava bû.

 

Li nexweşxane Mûsilê jehr danê

Erdewan Zaxoyî sala 1985'an vegeriya Zaxoyê, lê belê ji aliyê hêzên Iraqê ve hate girtin, piştî êşkenceyeke giran hate berdan. Mîna Erdewan Zaxoyî Eyaz Yûsif jî bû hedefa rejîma Sedam Huseyîn. Dewleta Iraqê ji bo van herdu awazên ji Behdînanê, ku li ser azadiya Kurd û Kurdistanê distiran, bêdeng bike, destpêkê êriş bir ser Eyaz Yûsif. Eyaz Yûsif ku nexweşê Tuberkulozê (Jana Zirav) bû, ji bo dermankirinê li nexweşxaneya leşkerî ya Mûsilê bû. Di 25'ê Çileyê 1986'an de hêzên rejîmê jehr dan wî û piştî bi rojekê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî gotinên malbatê, Eyaz Yûsif dest bi tûrneyê kiribû û li wî hatibû ferzkirin ku li her bajarê diçiyê, divê xwînê bide hêzên dewletê. Ji ber vê yekê jî dema ku li Mûsilê li nexweşxaneya leşkerî xwîn dida, hate jehrîkirin û 26'ê Çileyê 1986'an jiyana xwe ji dest da.

 

Aqûbeta Erdewan Zaxoyê îro jî ne diyar e

Hêzên dewleta Iraqê ji bo bêdengkirina Erdewan Zaxoyî rêbazeke din ceriband. Di 28'ê Çileyê 1986'an de yanî di salvegera damezrandina radyoya Bexdayê de, ji Erdewan Zaxoyî re gotin “Em ê xelatê bidin te” û bang lê kiribûn ku biçe Bexdayê. Erdewan Zaxoyî piştî ku derkete ser dikê û xelata xwe wergirt, di şeva 28-29'ê Çile de ji otelê ji aliyê hêzên dewleta Iraqê ve hate revandin.

Ji hingî ve agahî jê nayê wergirtin û bi aqûbeta Erdewan Zaxoyî hîna jî baş nayê zanîn. Li gorî hin çavkaniyan, Erdewan Zaxoyî dixwest biçe derveyî welat û ji bo pasaportê çûbû Bexdayê, lê li wir hate girtin û ji ber ku teslîmbûn qebûl nekir, hate qetilkirin. Cenazeyê wî jî li devereke nayê zanîn, hate veşartin.

 

Stranên wan dizîn û kirin Tirkî!

Eyaz Yûsif di nava 25 salan de 4 kaset amade kirin, bi dehan stran nivîsîn. Erdewan Zaxoyî bêhtir bi şens bû. Heta 29 saliya xwe 20 kaset amade kirin û bi dehan stran nivîsîn. Deng û meqamê wî ewqasî bi bandor bû ku hunermendên dewleta Tirk ên bi “eslê xwe Kurd” gelek stranên Erdewan Zaxoyî dizîn. Mînak, strana wî ya bi navê "Nazê Nazo" ji aliyê Îzzet Altinmeşe ve bi navê "Nazey", strana wî ya bi navê “Silavan li min dikî" ji aliyê Îbrahîm Tatlises ve bi gotina "Hiş hişi hançer" kirin Tirkî.

Eyaz Yûsif û Erdewan Zaxoyî ku di nava çend rojan de li pey hev hatin qetilkirin, li navenda muzîka dewlemend a Zaxoyî mezin bûn, di salên 1980’yî de xwe li Kurdistanê girtin. Mêhtingeran ji aliyê fizîkî ve ew ji gelê Kurd qut kiribin jî wan mîrateyek ji nifşên peyxwe yên Kurdistanê re hiştin. Strana “Hatin hatin” ku Erdewan Zaxoyî di dema şervaniya xwe ya azadiyê de li çiyayên Kurdistanê bi derfetên kêm amade kir, di hişyariya azadiyê ya gelê Kurd de hîna jî mîna meşaleyekê ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.