Du cenaze hiştine

Şemî 5 Mijdar 2022 - 01:19

  • HPG'ê da zanîn ku 3'yê Mijdarê artêşa Tirk 2 cenazeyên xwe li Metînayê hiştine û devera cenaze lê 19 caran bi balefirên şer bombebaran kiriye. Gerîlayan yek ji van cenazeyan weke delîla dijwairya şer desteser kiriye. 

HPG'ê da zanîn ku gerîlayên azadiya Kurdistanê, bi 12 çalakiyan herî kêm 17 dagirker kuştine, çeperek û teqemeniyên dagirkeran îmha kirine û cenazeyekî dagirkeran desteser kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, artêşa Tirk a dagirker tevî sûcên şer û derfetên mezin ên şer jî, li hemberî gerîlayên Kurdistanê di şer de xitimiye û li ser şerê li Başûrê Kurdistanê got, "Wezareta Şerê Taybet a Tirk rastiya şerê li Kurdistanê ji raya giştî ya Tirkiyeyê vedişêre, agahiyên derew belav dike û hewl dide derb û windahiyên xwe yên giran binixumîne. Hêzên me bi wêrekiyeke mezin çûn ser dagirkeran û hem alavên leşkerî hem jî cenazeyê dagirkerekî weke delîlekê desteser kirin. Di encama 12 çalakiyên hêzên me de herî kêm 17 dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn. Çeperek û teqemeniyên dagirkeran hatin îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 16 caran bi bombeyên qedexekirî, carekê jî bi çekên kîmyewî bombe kir. Di heman demê de 25 caran bi balafirên şer, 28 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombardûman kirin.”

HPG kite bi kite behsa çalakiyên gerîlayên Kurdstanê kir:

 

Li Zê (Zapê)

2'ê Mijdarê saet di 19:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sacayê, teqemeniyên ku dagirkeran ji bo bombekirina çeperên şer ên li Şehîd Xursî amade kiribûn, ji aliyê hêzên me ve bi profesyonelî hatin îmhakirin.

3'ê Mijdarê saet di 05:50'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

3'ê Mijdarê saet di 18:10'an de li Qada Berxwedanê ya Sacayê, hêzên me teqemeniyên dagirkeran ên ji bo bombekirina çeperên şer ên li Şehîd Xursî xistin bin kontrola xwe û beşek ji van teqemeniyan bêbandor kirin, beşek jî desteser kirin.

 

Li Metînayê

3'ê Mijdarê saet di 12:00´an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM, dagirkeran xwest bombeyan li çeperên şer ên li Girê Şehîd Mûnzûr bibarînin. Hêzên me ew kontrol kirin û li wan xist. Di vê çalakiyê de teqemeniyên dagirkeran bi dagirkeran de teqiyan û herî kêm dagirkerek hate cezakirin. Saet di 12:20’an de 2 dagirkeran xwest dest li cihê çalakiyê werdin, ji cihekî nêz ve bûn hedefa hêzên me. Cenazeyê dagirkerekî tevî alavên leşkerî û telefona destan hate desteserkirin. Cenazeyê dagirkerê din ê hate cezakirin, di bin kontrola hêzên me de ye.

Piştî vê çalakiyê 3'ê Mijdarê saet di navbera 22:10 û 22:50'î de, her wiha 4'ê Mijdarê saet di 06:00 de artêşa Tirk a dagirker 19 caran bi balafiran bombe li Qada Berxwedanê ya Girê FM barand.

 

Li Xakurkê

2'ê Mijdarê li cihekî di navbera qadên Girê Şehîd Axîn û Şehîd Bêrîtan de tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê dagirker xistin bin kontrola xwe. Hêzên me saet di 16:00´an de bi sabotajê pênc çalakiyên cuda kirin. Herî kêm 10 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa dagirker, cenazeyên dagirkeran û her wiha dagirkerên birîndar bi helîkopteran ji qadê birin.

3'ê Mijdarê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin.

3'ê Mijdarê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

 

Dev ji sûcên şer bernade

HPG´ê wekî din da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker, li hemberî vê timî sûcên şer dike: “3'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çeperên şer ên Şehîd Sîpan 10 caran, li Qada Berxwedanê ya Sacayê çeperên şer ên Şehîd Xursî 4 caran, li Qada Berxwedanê ya Sîdayê jî çeperên şer ên li Şehîd Agir 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

3'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, li ser çeperên şer ên li Şehîd Felat carekê çekên kîmyewî hatin bikaranîn.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.