- Gerîlayên HPG'ê droneyeke dewleta Tirk a dagirker xistin xwarê. Gerîlayên ku drone xistin, gotin, "Me teknîka dijmin têk bir."
Gerîlayên HPG'ê droneyeke dewleta Tirk a dagirker xistin xwarê. Gerîlayên ku drone xistin, gotin, "Me teknîka dijmin têk bir."
Gerîla TV bi sernavê "Hêzên me teknîka dijmin têk birin”, dîmenê droneyeke hatiye xistin, weşand.
Di dîmen de, yek ji gerîlayan dibêje, "Ya dewleta Tirk a dagirker e. Me beriya niha gelek caran destnîşan kir ku teknîka dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla bêbandor e."
Gerîla diyar kir ku dewleta Tirk salên dawî bi dehan balafirên bêmirov li qadên gerîla bi kar anîne û got, "Ti teknîk û teknolojî li hemberî gerîla nikare bibe asteng. Em dixwazin vê yekê careke din destnîşan bikin; heger balafirên keşfê yên dewleta Tirk hebin, ê me jî fikrên me yên şer hene. Ti tişt li pêşiya gerîla nikare bibe asteng."
Di dîmen de tê dîtin ku gerîlayek jî parçeyên droneyê yek bi yek jê dixe û dide naskirin.
Çeperek rûxandin
Her wiha HPG'ê ragihand ku bi wesîleya Hefteya Lehengiyê li Kela Bedewê ya li Zê, gerîlayên wê li dagirkeran xistiye û di encamê de herî kêm dagirkerek kuştiye, çeperek jî rûxandiye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
26'ê Adarê saet di 13:00 de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Kela Bedewê xistin. Bi rengekî serketî li hedefên diyarkirî hate xistin.
27'ê Adarê saet di 17:30'î de hêzên me li çeperên dagirkeran ên li Kela Bedewê xist. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, çeperek jî hate îmhakirin.
Ev herdu çalakî di şexsê şehîdên nemir ên Hefteya Lehengiyê yên 21-28'ê Adarê Egîd (Mahsûm Korkmaz) û Mazlûm Dogan de ji bo bibîranîna lehengên nemir ên Kurdistanê hatine lidarxistin.”
BEHDÎNAN