Droneyek û mobeseyek tinekirin

Sêşem 1 Cotmeh 2024 - 02:45

HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla li herêma Zapê droneyeke dewleta Tirk a dagirker û kamerayeke mobesse tine kirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

27'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate tine kirin.

27'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyek bi çekên ferdî hate xistin.

28'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku ketibûn nava liv û tevgerê. Piştî destwerdana hêzên me liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Li Herêma Metînayê

27'ê Îlonê hêzên me dest li helîkopterên êrişê werdan ku bombe li Qadên Berxwedanê yên Dergelê, Beşîlî û Serê Metînayê barandin. Piştî destwerdana hêzên me helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

27'ê Îlonê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

27'ê Îlonê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî û carekê jî bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

27, 28 û 29'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berbizinê, Girê Qele, Şehîd Şerîf, Goşînê, Xinêreya Jor 12 caran, li Herêma Garê qadên Mêranê, Heftebax, Sêdarê, Şiyê, Girê Sîser, Dêreşê, Deşta Kafya, Girê 12 caran, li Herêma metînayê Qada Berxwedanê ya Dergelê 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 3 caran, li Herêma Qendîlê qada Bêywanê carekê; bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

27, 28 û 29'ê Îlonê li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Dergelê û Bêşîlî 17 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 19 caran; bi giştî 36 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.