Droneke mirovekî hilgire ji bo civakê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 22 Îlon 2021 - 01:26

Lonh Vannsith li Înstîtuya Neteweyî ya Polîteknîkê ya Kambiçyayê xwendekarê sala 4´an e. Wî û tîma wî li paytexta Kamboçyayê Phnom Penh dronek firand ku dikare mirovekî hilgire. Armanca wî jî bi gotinên wî ”alîkariya civakî” ye.  

Ji ber trafîka timî xitimî û bi ser hev de a bajêr, ev fikir hatiye bîra Lonh Vannsith. Ew difikirin ku ev prototîpa wan heger li bajêr bê bikaranîn wî karibe mirovan bêyî ku li trafîkê bialiqin, bigihîjin cihê lazim, nexasim di rewşên lezgîn de. Wekî din jî ji bo agirkujiyê jî dikare xwedî rol be. 

Bi heşt perwaneyan û bi kursiyekî dibistanê prototîp serketî firiya. Lonh Vannsith dibêje, ”Drone gava bê pîlot e, gelekî diheje, lê gava ez lê siwar dibim, û pê difirim ew saxlemtir dibe, û kela canê min gelekî radibe. Me xwest hin pirsgirêkên civakî bi vê dronê çareser bikin, weke drona taksî û dronên ji bo agirkujan.”

Prototîp dikare kesekî 60 kîloyan giran qederê 10 deqîqeyan li hewa bigire. Lêkolçîneke sê salan û qederê 20 hezar dolaran mesref lê çûye heta ku xwendekaran ev prototîp ava kiriye. Lê hîna divê drone bê bi pêşxistin. Halê hazir bi pîlot ew tenê dikare 4 metroyan bi hewa bikeve.

Heger karibin pirsgirêkên mayî çareser bikin, ew dibêjin, ew ê karibin ji bo firotanê jî dronan çêkirin.

PHNOM PENH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.