Drone her roj li Bamernê dixin

În 22 Tîrmeh 2022 - 21:27

  • Bi droneyan êrişî baregeha dewleta Tirk a dagirker a li Bamernê hate kirin. Tê gotin, li baregehê teqîn çêbûne.

Bi droneyan êrişî baregeha dewleta Tirk a dagirker a li Bamernê hate kirin. Tê gotin, li baregehê teqîn çêbûne. Pêr jî bi droneyan êrişî heman baregehê hatibû kirin.

Li gorî agahiyan, doh sibehê bi droneyan êrişî baregeha dewleta Tirk ya dagirker a li Bamernê ya ser bi Dihokê, hat kirin.

Di baregehê de teqîn çêbûne, lê bi mezinahiya ziyanê nehat zanîn. Rayedarên PDK´ê yên deverên dan zanîn ku leşkerên Tirk yek ji droneyan dane erdê, lê ya din ketiye nava baregehê û teqiyaye.

Hêjayî gotinê ye ku dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Tîrmehê de gundê Perex ê Zaxoyê dabû ber topan, 9 kes qetil kiribûn û bêhrtirî 30 kesan jî birîndar bûbûn.

Piştî vê komkujiyê ev cara dûyem e ku baregeha dewleta Tirk a dagirker a li Bamernê dikeve ber êrişa bi droneyan. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.