Ferdên malbata Dedeogullari çûn serdana Koma HDP’ê. Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûh Olûç xwest kesên ku komkujiya li dijî malbata Dedeogullari bi kujer dan kirin û pîlansazên komkujiyê derkevin holê: “Ne diyar e ka kujer bi kê re hevdîtin kiriye. Di vê mijarê de gelek pirs hene û lêkolîn nayê kirin.” 

Ji malbata  dedeogullari 7 nefs di êrişeke nijadperestên Tirk a li navçeya Konyayê Meramayê de hatin kuştin. Çetîn Dedeogullari yê ji malbatê, tevî mamê xwe Erdal Rifatogullari û parêzera dozê Ebrû Akkal çû serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Cîgirên Serokên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç ferdên malbatê pêşwazî kirin. Piştî hevdîtinê, li odeya civînê ya Koma HDP’ê daxuyaniya hevpar hat dayîn. 

Sarûhan Olûç got, êrişên li dijî malbata Dedeogullari bi awayekî cidî li ber çavan nehat girtin û di encamê de 7 ferdên malbatê bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Olûç xwest kesên komkujiya li dijî malbata Dedeogullari bi kujer dane kirin û pîlansazên komkujiyê derkevin holê: “Ne diyar e ku kujer bi kê re hevdîtin kiriye. Di vê mijarê de gelek pirs hene û nayên lêkolînkirin. Lê wê têkoşîna me ya hiqûqî û siyasî li dijî vê komkujiyê û dozê dewam bikin.” 

Tenê guh didin kujer 

Çetîn Dedeogullari jî got: “Divê ev komkujî tenê bi gotinên kujer re sînordar nemîne û bi temamî were lêkolînkirin. Dozger tenê guh daye gotinên kujer. Lêkolîneke berfireh nehatiye kirin. Parêzerên me lêkolîn dikin. Ez dixwazim hem partiyên siyasî, hem xelk û hem jî medya li ser vê komkujiyê rawestin û lêkolînê bikin.” 

Delîlan derxin holê!

Meral Daniş Beştaş jî got, bêcezahiştina kujeran rê li ber komkujiyên nû vedike: “Dozger bi awayekî têr û tije komkujî lênekolaye. Dozger bi bersûcan re li hev kiriye. Lewma jî bersûc-êrişkar hatin berdan. Bersûc yeko yeko serbest hatin berdan. Em li cem malbata Dedeogullari ne. Em bang li dozgeran jî dikin, wezîfeya we ne ew e ku hûn bersûcan biparêzin. Divê hûn delîlan derxin holê.” 

MA/ENQERE