Xizmên parlamenterê AKP´ê 14´ê Hezîrana 2018´ê de 3 nefsên malbata Şenyaşar qetil kirin, lê hîna dozgerên dewleta Tirk doz venekirine li kujeran û li yên fermana kuûtinê dane. Malbata Şenyaşar dibêje, ev neh meh in, gavek nehatiye avêtin û "Dozger sûc dikin." 

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar nobeta edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê dewam dikin. Îro 260 roj in ku malbata Şenyaşar li ber avahiya Edliyeya Rihayê nobeta edaletê digire.

Ferît Şenyaşar got, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 14´ê Hezîrana 2018´an komkujî hate kirin: "Heger Tirkiye dewleteke hiqûqê be, divê ya pêwîst bike. Me jî ji bo vê li ber edliyeyê dest bi têkoşînê kir. Tevî ku 9 meh di ser re derbas bûne, têkildarî dozê, gavek nehatiye avêtin. Dozger sûc dikin, dibin hevparê sûc. Her ku em dikevin hundirê edliyeyê, serdozger jî ji ber me direve, hevdîtinê nakin."

RIHA